QSD'ê bîlançoya du mehan a Baxozê eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bîlançoya du mehên dawî ya operasyona li herêma Baxozê ya Dêra Zorê eşkere kir.

Rayedarên QSD'ê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bîlançoya şer a ji 9'ê Çileyê heta 16'ê Adarê ya operasyona bi navê "Bidawîkirina terorê" ku li dijî DAÎŞ'ê dimeşînin, eşkere kirin. Di bîlançoyê de li ser hejmara sivîlên ku ji herêmê hatine derxistin agahî hate dayin.

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Kino Gabriel got, "Şerê Bidawîkirina Terorê ku ji aliyê hêzên me ve 9'ê Çileya 2019'an dest pê kir, dewam dike. Di qonaxa heyî ya pêngavê de QSD'ê li dijî DAÎŞ'ê serketineke mezin bi dest xistiye. Rêxistina DAÎŞ'ê li qadeke biçûk a Baxozê asê maye ku li rojhilatê Dêra Zorê ye."

Gabriel diyar kir, hêzên wan bi hezaran sivîlên ku ji aliyê rêxistina terorê ya DAÎŞ'ê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn ji herêmê derxistin û piştre gundê ku tenê terorîst lê man dorpêç kirin.

Di dewama daxuyaniyê de Gabriel got, "Hêzên me ji bejahî û hêzên koalîsyonê jî ji hewayê ve derbên giran li rêxistina terorê dan. Piştî derbên giran beşeke mezin a endamên rêxistina terorê û malbatên wan teslîm bûn. Her wiha bi sedan jê hatin kuştin û birîndarkirin."

Gabriel li ser hejmara "sivîlên hatin rizgarkirin", endamên rêxistina terorê yên tevî malbatên xwe ji herêmê hatin derxistin û şervanên QSD'ê yên di şer de şehîd bûn agahî da:

"Terorîst û malbatên wan ên teslîmî hêzên me bûn: 29 hezar 600 kes (Zêdeyî 5 hezar terorîst)

* Hejmara terorîstên di encama operasyonên taybet de ji aliyê hêzên me ve hatin girtin: 520 kes

* Hejmara sivîlên hatin rizgarkirin: 34 hezar kes

* 1306 terorîst di vê demê de hatin kuştin, gelek terorîst jî birîndar bûn.

* 82 şervanên me şehîd bûn, 61 şervanên me jî birîndar bûn."