Gaziyên Rojava bi peyama Newrozê berxwedêrên grevê silav kirin

Gaziyên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê berxwederên grevên birçîbûnê di kesayeta Leyla Guven de  silav kirin û Newroza wan pîroz kirin.

Gaziyên Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku bi coş û kelecana ku ew ji berxwedan û azadiyê digrin, tevahî berxwedêran silav dikin û got: “Bi soza ku em ê Şoreşa Rojava û Bakûrê Sûriyê bikin Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn, Newrozê di serî de li Rêber Apo û we hemû hevrêyan pîroz dikin.”

Gaziyan anî ziman ku êdî li Kurdistanê her jinek bûye Zarîfeyek û her xortek bûye Kawayek Hesinkar û gotin: “Dayikên me ji zû ve mizgîniya azadiyê dane me. Zarokên Kurdistanê ji zû ve xetîreya Newrozê pêxistine. Keç û xortên Kurd ji zû ve bi dilê xwe av rişandine ber koka dara azadiyê û ji zû ve ye, ew dara jiyanê bi hestên herî bedew û paqij jiyanî kiriye.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

‘EM LI GEL BERXWEDANA DÎROKÎ NE’

“Têkoşerên çiyayî, leheng û çelengên ku ruh û mêjiyê me her kêlî bi ronahiya rojê re geş dikin û dixemilînin; ji axa ku bi xwîna bi hezaran keç û xortên herî bedew yê cîhanê hatiye xemilandin, em ji dil we, weke gazî û birîndarê li Rojava, Rojhilat û Bakurê Suriyê bi taybetî di kesayeta hevrêya me Leyla Guven de hemû berxwederê gireva birçîbûyînê silav dikin, we hemêz dikin û hezkirina herî bedew û ji dil yê axa azad Rojava ji were dişînin. Em Gazî û Birîndarên li Rojava, Rojhilat û Bakurê Suriyê heta dawiyê li gel berxwedana dirokî ne.

Têkoşîna ku hûn her kêlî li dijî faşîzm û hişmendiya mêr a desthilatdar û xwînxwar dikin, îro li tevahî cîhanê û Rojhilata Navîn dil û mêjiyê bi hezaran jin, ciwan, kal, pîr, demokrat û aşitîxwazan ronî dike û ji her kesî re dibe azweriya têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê.

‘DIJMIN HERÎ ZÊDE JI HÊZA JINÊ Û AZWERIYA WÊ DITIRSIN’

Hêzên hegemon û desthilatdar bi salan e li dijî têkoşîna azadiya gelên Kurdistanê di nav hewldanên bişavtin û tunekirinê de ne. Ew hêz herî zêde ji vê ruh û azweriyê ditirsin. Ji ber wê jî di serî de Rêber Apo kirine hedef û xwestin pêşî li fikir û ramanên azadiyê ku neyarê pergala wan a xwînmij e, bigrin. Îro jî weke 20 sal beriya niha dixwazin bi rêya tecrîda li ser Rêber Apo re vê hestê tecrîd bikin û car din me mehkûmî koletiyê û serî tewandinê bikin.

Dijminê me herî zêde jî jinê dike hedef û bi rêya jinê re dixwaze her cûre şerê taybet û pilanên qirêj bixe meriyetê. Ew hêz herî zêde ji jina ku li ber xwe dide û rêxistinbûna xwe ava dike, ditirsin. Ew herî zêde jina ku xwe bi fikir û ramanê Rêber Apo hunandiye û xwe li dor ramanên azadiyê kiriye xelekek ji agir, ditirsin. Ji lewra berxwedana her jinekê xençerekê li dilê dagîrkeriyê dixe û pergala wan a xwînmij birîn dike. Îro pergala Modernîteya Kapîtalîst xwîn jê dihere û ber bi mirinê ve diçe. Em ji hêza jinê û ji rêxistina jinê fam dikin ku azadî gelekî nêz e û wê berxwedana me bi serkeftinê tacîdar bibe.

‘DAYIKAN MIZGÎNIYA AZADIYÊ HÊ JI ZÛ VE DANE’

Ew hêz heta niha negihîştin armanca xwe û wê negihîjin armanca xwe. Êdî li Kurdistanê her jinek bûye Zarîfeyek û her xortek bûye Kawayek Hesinkar. Dayikên me ji zû ve mizgîniya azadiyê dane me. Zarokên Kurdistanê ji zû ve meşxeleya Newrozê pêxistine. Keç û xortên Kurd ji zû ve bi dilê xwe av rişandine ber koka dara azadiyê û ji zû ve ye, we dara jiyanê bi hestên herî bedew û paqij jiyanî kiriye. Lewra negengaz e êdî agirê ku bi bedenê Mazlûm Dogan, Zekiya Alkan, Rehşan û Ronahî, Serdar Arî, Sema Yûce, Tayhan, Jêhat, Şehristan û hevrê Ûgûr pêketiye, bitefe.

‘NEWROZA WE PÎROZ BE’

Hevrêyên me yên herî hêja û delalên ber dilê dayikên Rojava; bi coş û kelecana ku em ji berxwedan û azadiyê digrin, we hemû hevalan silav dikin û bi soza ku em ê Şoreşa Rojava û Bakûrê Sûriyê bikin Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn, Newrozê di serî de li Rêber APO û we hemû hevrêyan pîroz dikin.”