Şervanê enternasyonalîst ê Îtalî Orsettî şehîd bû

Fermandariya TKP/ML-TÎKKO ragihand ku şervanê bi navê Lorenzo Orsettî şehîd bûye.

Fermandariya TKP/ML-TÎKKO bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku şervanê enternasyonlîst ê Îtalî yê bi navê Lorenzo Orsettî bi nasnav Tekoşer şehîd bûye.

Fermandariya TKP/ML-TÎKKO anî ziman ku di êrîşa li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya îro de şervanê wan ê eslê xwe Îtalî bi nasnav Tekoşer şehîd bûye.

Fermandariyê diya kir ku şervanê wan ê enternasyonalîst Tekoşer ji berxwedana Efrînê bigire heta rizgarkirina Dêra Zorê di gelek pêngavan de cihê xwe girtiye û li refên pêş ên şer bê tirs li ber xwe daye.

Fermandariya TKP/ML-TÎKKO di daxuyaniya xwe de got: “Em ê xeyal û hesreta azadî û şoreşê ya vî ewladê leheng ê bi rûmet ê gelê Îtalî ku ne tirs nasdikir û leheng heta dawiyê di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.”