QSD: Gelek çeteyên biyanî xwe radest kirin

Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek da û ragihand ku bi dehan çeteyên Sûrî û biyanî li Baxozê xwe radestî hêzên QSD’ê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê daxuyaniyek nivîskî da û têkildarî çeteyên DAÎŞ’ê yên xwe radest dikin ev agahî da:

“Operasyona hêzên me ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya li Baxozê dewam dike. Çeteyên DAÎŞ’ê yên bi alîkariya hêzên koalîsyonê û hêzên me derbên giran dixwin xwe radest dikin. Îro jî bi dehan çete li gel malbatên xwe xwe radestî hêzên me kirin.

Di nava çeteyên DAÎŞ’ê yên xwe radestkirîn de, Iraqî, Sûriyeyî, Tirkiyeyî, Bosnayî, Çînî û welatên Ereban hebûn.”