Li Kobanê bi deh hezaran kes ji bo Zulkuf Gezen meşiyan

Li bajarê Kobanê yê Rojava bi deh hezaran kes ji bo Zulkuf Gezen ê li girtîgehê li dijî tecrîda Îmralî çalakiya fedayî kir, daketin qadan.

Xelkê Kobanê girtiyê siyasî Zulkuf Gezen bi bîr anî yê 17’ê Adarê li girtîgehê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya fedaî kir.

Meş li navenda bajêr bi tevlîbûna deh hezaran kes dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Ocalan û Gezen hatin hildan û dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve jî hate protestokirin.

Piştî ku meş gihişt Qada Şehîd Egîd Alîkarê Hevserokê Meclîsa Kantona Kobanê Ferhan Kobanê axivî û got; “Divê em jî weke Zulkuf, Guven têkoşînê geştir bikin.”

Ferhan Kobanê got “Piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hate dagirkirin, berxwedana li dijî dagirkeriyê wê mezin bibe.”