Li Şehbayê hevjînên şehîdan ji bo Komkujiya Helepçe çalakî kirin
Hevjînên şehîdên Efrînê û Şehba li Kampa Berxwedanê çalakiyek ji bo Komkujiya Helepçe kirin.
Hevjînên şehîdên Efrînê û Şehba li Kampa Berxwedanê çalakiyek ji bo Komkujiya Helepçe kirin.
Hevjînên Şehîdan ji Kampa Berxwedanê heta qada kampê meşiyan. Di meşê de çeqlên zeytûnan û wêneyên şehîdan hilda. Hevjînên Şehîdan bi dirûşma ''An Efrîn an Efrîn'' heta bi qada kampê çûn, ji bo bîranîna şehîdên Helepçe û şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin.
Li ser navê Malbata Şehîdan, Şervîn Reşîd daxuyaniya çapemeniyê da.
Di daxuyaniya çapemeniyê de hate gotin hemû nirxên mirovahî û pîvanên navdewletî hatine binpêkirin, 5000 hezar jin, zarok, yixtiyar bûne qurbaniyên vê komkujiyê.