Li Şehbayê xelkê Efrînê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Di yekemîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, welatiyên Efrîn û Şehbayê îro daketin qadan û bi meşekê dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Li aliyê din nameyek pêşkêşî biryargeha leşkerî ya Rûsyayê jî hate kirin.

Di salvegera dagirkeriya Efrînê de, bi hezaran welatiyên kantona Efrînê yên ku li Şehbayê bi cih bûne li dijî dagirkeriyê meşiyan. Efrîniyan nameyek pêşkêşî biryargeha leşkerî ya Rûsyayê kirn û bang li Rûsyayê kir ku dagirkeran ji Efrînê derbixe.

Gel bi girseyî ji gundê Dêrcimêlê ber bi biriyargeha leşkerî ya Rûs ve ketin rê. Di despêkê de berpirsiyrên biryargeha leşkerî ya Rûsî derneketin pêşberî gel. Li ser vê gel helwest nîşan da û diyar kirin ku heta berpirsên Rûsî nameyê negire wê çalakiya xwe bidomînin. Piştre destûr hate dayîn ku heyetek derbasî nava baregehê bibe û name radestî berpirsên Rûsî hate kirin.

Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Hevseroka Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û got; “ Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê her tim çalakiyan li darbixin. Em ê bi yek dengî biqêrin ku êdî em van dijminan qebûl nakin, ji ber wê jî her tim dexwaza me rizgariya Efrînê ye.”

Piştre dayika Şehîd Gerzan têkildarî nameya ku pêşkêşî berpirsên Rûsî kirin axivî û got; “Hedefa me ji teslîmkirina Nemeyê ew e ku, wê bersivê bidin û bi awayekî pratîk li ser mijara rizgarkirina Efrînê kar bikin.”

Di dawiyê de nameya ku radestî biryargehê kirine ji aliya hevseroka herêma Efrîn Bekir Elo hate xwendin û naveroka nameyê li ser derketin dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêma Efrînê bû. Bang li hemû sazî û dadgehên navntewî hate kirin ku pêşî li guhertina demografiya Efrînê bigrin.