Li Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkirina Efrînê hate protestokirin

Li gelek navendên Rojava û Bakurê Sûriyeyê salvegera dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate protestokirin.

REQA

Bi boneya salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê û berdewamkirina Berxwedana Serdemê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê, Meclîsa Sivîl a Reqayê, Malbatên Şehîdan a Reqayê û Rêveberiya Jin daxuyaniyî dan.

Endamên Rêveberiya Jin a Reqayê li pêşiya navenda saziyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jin Necah El-Hafêz ve hate xwendin.

Daxuyahî wiha ye;

“Gelê Efrînê soza dewamkirina rêya berxwdanê da. Jinan destanên lehengiyê di kesayeta Evesta û Barînan de nivîsand.Van jinan şafîzma Tirkiyê şikand.Em rêxistinên mafê mirovan şermezar dikin ku li dijî kirinên Tirkiyê bêdengin.”

Bi heman armancê endamên Saziya Malbata Şehîdan daxuyaniyek li pêşiya navendê dan. Daxuyanî ji aliyê endama saziyê Emîne Hac Elî hate xwendin.

Emîne got: “Bi navê dayik û hevjînên şehîdan em dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê şermezar dikin. Em ji Erdogan re dibêjin em teslîm nabin, em axa Efrînê nadin ji ber ku axa Efrînê istiriye di çavên dijimin de. Ji ber hemû pêkhate hembêz kirin, ji ber Efrîn dayika darên Zeytûnê ye.”

Bi boneya salvegera dagirkirina Efrînê endamên Meclisa sivîl a Reqa yê li ber avahiya Meclîsê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê serokê Komîteya Meclisa Civakî ya Reqa yê Xalid Musa ve hate xwendin.

Musa got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê nûnertiya wê AKP`ê de dike û komployan li ser gelê Sûriyê pêk tîne. Em şehîd Avêsta Xabûr, şehîd Barîn Kobanê û gelek şehîdên ku bûn meşeleya wijdana Sûriya azad bibîr tînin. Em hovîtiya dewleta Tirk a li ser gelê Efrînê şermezar dikin.

Em radigihînin ku tiştê li Efrînê pêk tê hemû Sûriye yê dike hedef. Divê hemû gelên cîhanê li dijî kiryarê ku li Efrînê tên kirin bisekinin.”

GIRÊ SPÎ

Bi dehan şêniyên kantonê û endamên saziyên sivîl ên Kantona Girê Spî ya Herêma Firatê tevlî merasîma vekirinê bûn.

Sazî ji 30 yekîtiyên; Cotkar, Rewşenbîr, Parêzer, Odeya Bazirganiyê û Pîşeyî û gelek yekîtî û odeyên din pêk tê.

Sazî bi armanca pêkanîna edaleta civakî, bilindkirina asta rêgeza xwetêrkirinê, parastina maf û erkan, çandina giyana hevkariyê, çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna hevkariyê di navbera rêxistin û yekîtiyên civaka sivîl de hate vekirin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebid û hevseroka Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk Eyşe Osman axivîn.

Axaftvanan vekirina saziyê li şêniyan û kedkaran pîroz kir. Her wiha destnîşan kirin ku ev xebat di çarçoveya xizmeta gel û rûniştandina têkîliyê di navbera sazî û kedkaran de gavek girîng e ji bo pêşxistin û avakirinê.

Piştre deriyê saziyê ji hêla hevserokê Meclisa Gel a kantonê Mihemed El-Elî û dayika şehîd Delîl Yabse ve hate vekirin.

TIL KOÇER

Li Til Koçerê şêniyên navçeya Çilaxa jî amade bûn û meş ji çerxerêya destpêka navçeya Til Koçber dest pê kir. Meş di nav kolana giştî re derbas bû û şêniyan pankart û wêneyên li ser berxwedana Efrînê hildabûn.

Şênî deqeyekê li rêzgirtinê rawestiyan, paşê endamê meclisa navçeya Til Koçer Ehmed El-Seyid Elî axivî û wiha got: "Piştî dagirkirina Efrînê, Tirkiyê siyaseta qirkirinê û guhertina demografîk bi kar tîne."

Ehmed El-Seyid Elî îşaret bi berxwedana şêniyên Efrînê di dijî dagirkeriya Tirkiyê kir û wiha got: "Bi berxwedanê wê Efrîn li gelê xwe vegere." Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê derketin meşekê, meş ji Qada Şehîd Xebat Dêrik dest pê kir, paşê di kolana sereke ya navçeyê re meşiyan.

Meş li navenda navçeyê rawestiya, şênî deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan, paşê hevseroka meclîsa Kantona Qamişlo Perwîn Yûsif axivî û wiha got: "Piştî berxwedaneke mezin, şênî neçar man ji malên xwe derkevin û berxwedana xwe di pêngava duyemîn de dewam bikin, Berxwedana Serdemê dewam dike û wê Efrîn rizgar bibe."

Perwîn Yûsif teqez kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelek qurbanî ji bo rizgarkirina herêman ji çeteyên DAIŞ`ê wê hîna qurbaniyan bide da ku Efrînê rizgar bike.

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

DÊRIK

Bi hezara şêniyên bajarê Dêrikê berê xwe dan Qada Azadiyê ji bo beşdarî meşa ji bo salvegera yekemîn a dagirkirina bajarê Efrînê bibin. Di meşê de şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên girêdayî wê, saziyên civaka sivîl, şêxên êlên Ereb, oldar, partiyên siyasî û şagirt û mamoste beşdar bûn.

Meşê ji Qada Azadî destpê kir, şêniyan wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê û pankartên li ser nivîsa "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê tecrîda li ser rêber Apo bişikînin","Meşa gelan ji bo dagirkeriya dewleta Tirk e", her wiha zarokan pankartên li ser nivîsa "Dengê qîrîna zarokên Efrînê bibihîzin" hildabûn.

Meş di kolanên bajarê Dêrikê re ji sûka navendî heta Qada Jina Şoreşger dewam kir. Paşê şênî deqeyeke rêzgirtinê rawestiyan. Bi navê Rêveberiya Xweser hevserokê Desteya Şûnwaran a Herêma Cizîrê Hêsên El-Elî axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hember şehîdên Berxwedana Serdemê ên ku 58 rojan li dijî çeteyên dewleta Tirk li ber xwe da û gelek çalakiyên fedayî ji bo parastina welatê xwe kirin, ditewînin".

Elî di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Efrîn bajarê aştiyê ji aliyê çeteyên bi navê Artêşa Azad û çeteyên Tirk ve hate rûxandin. Em li Bakur û Rojhilatê Suriyê bi hemû pêkhateyên wê dagirkeriya dewleta Tirk li ser axa xwe qebûl nakin."

Meş bi dirûşmên silavkirina şehîdan û berxwedana gelê Efrînê bi dawî bû.

MINBIC

Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê û endamên di komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundên wê li qada avahiya rêveberiyê li navenda bajêr kom bûn da ku çalakiyekê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve, lidar bixin.

Çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundên Wê Adil Mihemed endamê dîwana Meclisa Zagonsaz destnîşan kir ku salek di ser dagirkirina bajarê Efrînê re derbas bû.

Adil Mihemed teqez kir ku gelê Efrînê tu xetere li derdora xwe çênekirin û bi hezaran koçberên ku ewlehiyê digeriyan hembêz kir, lê xayîn û dijminan destê xwe dirêj kir, şêniyên wê kuştin û darên aştiyê qut kirin."

Paşê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm Ebo Omer axivî û destnîşan kir ku gelê Efrînê li dijî moşek û topên dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe dan ku tê de bi hezaran sivîl û şervanan şehîd bûn û hezaran birîndar bûn.

Ibrahîm Ebo Omer teqez kir ku heta ew Efrînê rizgar nekin ew ê behsa aştiyê nekin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember gelê Sûriyê bi erka xwe rabe û bi gavên bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê rabe û sûckaran rakin dozgeriya navneteweyî û wek sûckarên şer bi nav bikin.

Paşê bi navê Meclîsa Jinan endama meclîsê Nesrîn El-Elî axivî û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û kiryarên ku pêk anîn, bi bîr xistin û wiha got: "Ev êrîş ji ber paşguhkirina civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî pêk hat, ev yek jî şerma mirovahiyê ye."

Di dawiya çalakiyê de bi navê Meclîsa Ciwanên Minbicê û gundên wê endamê meclisê Ednan El-Hesen axivî û wiha got: "Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li Efrînê teşhîr bikin."

TEBQA

Bi hezaran şêniyên Tebqayê di salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê de meşek lidar xist û dagirkerî şermezar kir. Meş ji Stada Xaz a bakurê Tebqayê dest pê kir. Endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî meşê bûn. Di meşê de pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê, her wiha wêneyên zarokên di komkujiyên Tirkiyê de şehîd bûne, hatin hildan.

Her wiha di meşê de pankartek bi nivîsa "Bi ruhê berxwedana Avesta û Barînan em ê bi ser bikevin" hate rakirin.

Di meşê de dirûşmên silavkirina şehîdên Efrînê, silavkirina Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin berzkirin.

Meş li Qada Mirabê ya Tebqayê veguherî mitîngê. Paşê bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Abdulrehman Ferec ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de salvegera yekemîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji Efrînê, her wiha komkujiyên li dijî şêniyan û bi taybet li diijî jin, zarok û kal û pîran hatin şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku rizgarkirina Efrînê pêwîstiyeke hebûnê ye û ne tenê dirûşm e û şehadeta têkoşer Zulkuf Gezen ku duh di girtîgeheke dewleta Tirk a dagirker, wê ji hemû kesên azadîxwaz re bibe rêya ber bi azadiyê ve.

Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku komên çete ji Efrînê derkevin û bajarok û gundewar ji çeteyan werin valakirin û radestî rêveberiyê û şêniyên wê yên resen werin kirin. Her wiha bang li gelê Efrînê hate kirin ku bi xak û welatê xwe ve girêdayî bin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat tekezkirin ku rêveberiya sivîl li pişt hêzên leşkerî disekine, destekê dide wan û heta rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan li warê xwe wê şopdarên rêya şehîdan bin.

Bi navê Rêveberiya Jinan a Tebqayê Nesra Ebaka axivî û dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her wiha siyaseta ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne mîna guhertina demografîk, rûxandina şûnwaran û cihên pîroz şermezar kir. Nesra destnîşan kir ku têkoşîna şehîdan wê bibe çirûska rêya azadiyê û rizgarkirina tevahî xaka Sûriyê ji terorîst, dagirker û çeteyan.

Her wiha serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê Musena Abdulkerîm îşaret bi berxwedana şehîd Avesta Xabûr kir ku dagirkerî hejand. Abdulkerîm diyar kir ku Avesta û Barîn Kobanê ji her kesî re bûne pêşeng.

Her wiha Musena Abdulkerîm, Zulkuf Gezen bi bîr anî û teqez kir ku jiyana azad bi îradeya xurt tê.

Mitîng bi dirûşmên “Şehîd namirin” û silavkirina Efrînê û berxwedana gelê wê bi dawî bû.