'Ji bo DAÎŞ'iyan pêwîstî bi avakirina dadgeheke navneteweyî heye'

Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel anî ziman, bi operasyonên dawî re bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê yên ji 48 welatan ketin destê wan û got, ji bo darizandina DAÎŞ'iyan dadgeheke navneteweyî bê avakirin, ew bi koalîsyona navneteweyî re hevdîtinan dikin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama operasyonên dawî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de bi hezaran çeteyên DAÎŞ'ê teslîm bûn. Herî dawî di operasyona "Bagera Cizîrê" de ya li rojhilatê Dêra Zorê bi hezaran DAÎŞ'î û malbatên wan teslîmî hêzên QSD'ê bûn.

QSD'ê doh daxuyaniyek da û diyar kir, di nava du mehên dawî de 5 hear DAÎŞ'î tevî malbatên xwe bi giştî 29 hezar û 600 DAÎŞ'î teslîmî hêzên wan bûn.

Serweriya DAÎŞ'ê ya li herêmê diqede, lê tê meraqkirin bê rewşa zêdeyî 40 hezar endamên DAÎŞ'ê û malbatên wan wê çi be. Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel li ser mijarê bersiv da pirsên ANF'ê û diyar kir, wan ev mijar xistine rojeva hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê û danûstandinan li ser mijarê dikin.

JI BO BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PIRSGIRÊKEKE MEZIN E

Gabriel anî ziman, hebûna hejmareke ewqasî zêde ya çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefeke mezin e li ser herêmê û diyar kir, operasyon dewam dikin lewma hejmara wan dibe ku zêde bibe. Gabriel got, "Hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêşî li reva terorîstan bigirin û wan bi saxî bigirin çi ji destê wan tê dikin. Kar tê kirin ji bo yên hatine girtin bên lêpirsîn û derkevin pêşberî dadgehê. Hebûna hejmareke mezin a ewqas çeteyan ji bo QSD'ê û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêkeke mezin e."

NEBÛNA STATUYÊ LI PÊŞIYA DARIZANDINÊ ASTENG E

Gabriel da xuyakirin, nebûna statuya fermî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya darizandina van kesan asteng e û wiha dewam kir: "Pirsgirêka din jî darizandina van kesan e. Ji ber ku statuyeke fermî ya Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîne, ev li pêşiya darizandina wan kesan astengiya herî mezin e. Şandina van kesan û malbatên wan ber bi welatên jê hatine û darizandina wan li wan welatan yek ji mijarên nîqaşê ne. Bêguman zor û zehmetiyên vê jî hene."

'JI BO DARIZANDINÊ EM BI KOALÎSYONÊ RE HEVDÎTINAN DIKIN'

Gabriel diyar kir, ji bo darizandina van kesan û avakirina dadgeheke navneteweyî bi vê armancê, ew hevdîtinan bi Koalîsyona Navneteweyî re hevdîtinan dikin" û wiha dewam kir: "Di heman demê de hevdîtinên me bi gelek welatên ku çete jê hatine heye. Dadgehên li Sûriye ya jî Iraqê werin avakirin, divê van kesan li gorî qanûnên navneteweyî darizînin û ceza bibirin.

HEJMAREKE JI TEXMÎNAN BÊHTIR

Kino Gabriel ragihand, hejmara çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêma Dêra Zorê teslîm bûn ji texmînan jî derbas bû û diyar kir, çeteyên DAÎŞ'ê li kampên bi ewlekariya bilind tên girtin. Gabriel got, "Lê belê ji bo bersiv ji pêwîstiyên wan ên bingehîn re bê dayin, pêwîstî bi alîkariyeke mezin heye. Li ser vê mijarê jî hevdîtinên me bi Koalîsyona Navneteweyî û saziyên alîkariyê yên navneteweyî re hene. Piştî pêngava Minbicê hejmara wan a li kampan zêde bû. Bi operasyona me ya dawî re hejmar gelekî zêde bû."

'DAÎŞ'IYÊN JI 48 WELATAN JI ALIYÊ HÊZÊN ME VE HATIN GIRTIN'

Berdevkê QSD'ê Kino Gabriel anî ziman, heta niha ji 48 welatan çeteyên DAÎŞ'ê esîr di destê wan de ye û got, "Ji ber ku operasyonên me dewam dikin, hejmareke eşkere li ser hejmara çeteyên biyanî li ber destê me nîne. Em niha bala xwe bi giranî didin ser bidawîkirina operasyonê. Heta niha çeteyên ji 48 welatan ji aliyê hêzên me ve hatine girtin. Piraniya yên rojên dawî hatin girtin ji Iraqê û dewletên Tirkî ne. Di heman demê de ji Rojhilata Navîn, Ewropa, Asya û Emerîkayê ji gelek welatan gelek çete teslîm bûn."