Cenazeyê 4 şehîdan bi merasîman hatin veşartin

Cenazeyê şervanên QSD’ê Elî El-Hindî (Elî Tebqa) û Îsmaîl Şihab (Îsmaîl Tebqa) li Tebqa, cenazeyê şervana YPJ’ê Avrîn Amanos (Eliye Erneb) li Dêrikê û cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mejid Îlo li Hesekê bi merasîman hatin veşartin.

TEBQA

Bi sedan welatiyên Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Elî El-Hindî (Elî Tebqa) û Îsmaîl Şihab (Îsmaîl Tebqa) ku di qezaya tirafîkê de şehîd bûbûn, ji nexweşxaneya Tebqa wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîma leşkerî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ebdulkerîm El-Ibrahîm, hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec, yek ji fermendarên QSD`ê Mihemed El-Reûf axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyên dayikan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.

DÊRIK

Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê ên Kantona Qamişlo cenazeyê şervana YPJ`ê Avrîn Amanos (Eliye Erneb) bi merasîmekê li  Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin.

Li goristanê şervanên YPJ û YPG’ê merasîmeke leşkerî lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre yek ji fermandarên YPJ`ê Nûcan Xêrkî axivî û got: "Em bejna xwe li ber fedakariya şehîdan ditewînin. Bi saya wan gelê me û mirovahî ji komên terorîst rizgar bûn."

Di merasîmê de dayika şervana YPG’ê Avrîn Amanos, Cela Erneb axivî û soza şopandina rêya şehîdan da. Erneb got; “Heta Efrîn rizgar nebe têkoşîna me ew ê bidome.”

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervana YPJ’ê li goristanê veşartin.

HESEKÊ

Bi sedan welatiyên Hesekê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Mejid Îlo ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbû, bi merasîmekê li goristana şehîdên Sûryanî û Asûrî ya li Taxa Nasra ya bajarê Hesekê veşartin.

Li goristanê merasîm ji bo bîranîna şehîdan  bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre şervanên Meclîsa Leşkerî ya Sûryan merasîmeke leşkerî lidarxist. Berpirsê Komîteya Têkiliyên Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Suryanî Akad Daûd, ji fermandarên QSD`ê Şiyar Hesekê û endamê Desteya Malbatên Şehîdan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Welîda Botî axivîn.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malabta şehîd hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşartin.