Rêveberiya Xweser 5 zarokên Fransî radestî Fransa kir

Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awaykê koodîneyî li gel rêveberên Fransa, 5 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yên welatiyên Fransayê ne, radestî heyeta Wezareta Karê Derve ya Fransa kirin.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Buroya Têkiliyên Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hate kirin ragihand ku 5 zarokên temenê wan jêrî 5 salî ên zarokên çeteyên DAÎŞ’ê yên welatiyên Fransayê ne radestî welatê wan kirine.

Daxuyanî wiha ye:

“Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gorî rêgez û destûrên mafê mirovan û beyannameya gerdûnî ya mafê mirovan tevger dikin. Em ji raya giştî re radigihînin ku li ser daxwaza hikûmeta Fransayê bi hevpar û koordîneyî 5 zarokên temenê wan jêrî 5 salî ku ne dayik-bav û ne jî tu xizmên wan heyî, 14’ê Adara 2019’an radestî heyeta Wezareta Karê Derve ya Fransa kir.”