Akademiya tenduristiyê ya Rojava tenduristvanên pispor digihîne

Akademiya tenduristî ya Rojava  yek ji berhemên şoreşa 8 salan e. Armanca wê avakirina  tenduristvanên pispor in.

Piştî 8 salan ji berxwedana Şoreşa Rojava gelek destkeftî û berhem hatin bidestxistin. Yek ji van berheman jî Akademiya Tenduristî ya Rojava ye ya ku beriya 2 salan hate vekirin. Armanca sereke ya akademiyê di nava civakê de avakirina tenduristvanên pispor in.

Têkildarî sîstem û rêxistina akademiyê endama rêveberiya akademiyê Zozan Hesen ji ANF’ê re axivî û got; “Akademiya tenduristî ya Rojava bi her du beşên xwe yên bijîşkî û perestdar  sala 2017’an li Serê Kaniyê hate vekirin. Lê di heman salê de me her du beş ji hev cuda kir û beşê bijîşkî li Qamişlo me bi cih kir.”

Hesen bi domdarî wiha got; “Ji her bajarî ji aliyê saziyan ve xwendekar tên şandin. Wê xwendekar 4 salan perwerdehiya bijîşkî bibînin. Xwendekar bi awayekî sîstematîk perwerdeya xwe dibînin û her sal ji aliyê komîteya şopandinê ve têne şopandin. Perwerde ji aliyê bijîşkên pispor bi awayekî teorî û pratîk tê dayîn. Piştî salek ya perwerdehiyê xwendekar dadikevin nexweşxaneyan û karê pratîkî dikin.”

Herî dawî Hesen got, kesên ku tevlî akademiyê bûne jî gelek ji wan berê di eniyên şer de cih girtine û karê tenduristiyê kirine.

Her wiha xwendekara bi navê Hêlîn Hesen a ji Kobanê jî axivî û got; "Piştî şoreşa Rojava rewşa gelê me hate guhertin, ji aliyê nexweşî û birîndarbûnê , êdî derbasî rewşeke din bû, ew jî sedemên wê kêmbûna bijîşkan e. Em jî wekî ciwanên rojava me berê xwe da vê akademiyê ji bo ku em jî bibin tenduristvanên gelên xwe.”

Hêlîn Hesen têkildarî rewşa jiyanî ya akademiyê jî wiha got; “Em sîstema xwe ya akademiyê bi awayekî komunal digirin dest. Em hevalên jin û xort bi hev re perwerdehiya xwe dibînin. Me di nava xwe de komun dane avakirin û di nava wan komunan de me komîteyên wekî komîteyên parastinê, tenduristiyê,teknîk ava kirine.

Hesen bal kişand ser rola jinê ya di akademiyê de û got; “Em wekî jin jî me roleke mezin di şoreşa rojava de lîst, bi taybet  jî di warê tendurstî de û em ê vî  karê xwe jî berdewam bikin heya dawiyê".

Her wiha xwendekarê bi navê Nêçîrvan Silêman ji Qamişlo jî wiha got; “Beriya ku em werin akademiyê me tenduristî bi awayek din fam dikir. Me tenê di aliyê maddî li tenduristiyê dinêrî. Lê piştî derbasî akademiyê bûm, min rewşek din dît. Civaka me bi hêviyek mezin li benda me ye ku em alîkariyê bikin. Ji niha û şûnde yekane armanca me ew e ku em bibin tenduristavên êşên civaka xwe û em ê herdem li gel civaka xwe bin.”