Gelê Berxwedana Serdemê bi hêviya vegera Efrînê Cejna Remazanê pêşwazî dikin

Gelê Efrînê di şert û mercên koçberiyê de cejna Remazanê bi hêviya vegerê û çêkirina tiştên şêrîn pêşwazî dikin.

Di şert û mercên koçberiyê de gelê Efrînê yên ku bi neçarî penaberî Şehbayê bûne dest jiçanda xwe bernadin. Yek ji wan çandan jî ev e ku beriya dema cejna Remezanê bazar geş dibe û her kes xwe ji cejnê re amade dikin. Pê re jî dest bi çêkirina tiştên şîrîn dikin.

Îro jî li bazara navçeya Tilh Qirh a Şehbayê gel ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ligel ku cejn nêz dibe, di dilê wan de êşa dûrbûna ji Efrînê heye û bal kişandin ser vî tiştî ku wê bi saya berxwedanê vegerin Efrînê.