3 Hezar hektar li Şêrewayê bû xwelî

Piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê tiştke nehişt ku talan kir û dizî, vê carê jî êrîşî herêmên Şêrewayê dikin.

Ji roja ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kirin û şûnde li navenda bajar û derdorî wê her cûre êşkence li gundiyan kirin û erdnîgariya herêmê qir kirin. Artêşa Tirk û çeteyên xwe piştî ku li Efrîn, navçe û gundên wê ji daran bigire heta bermayên dîrokî talan kirin û dizîn, dîsa şewitandin vê carê jî zeviyên çandinî, darên zeytûn û daristanên Şêrewayê şewitandin.

Duh di saet 09:00’ê dewleta Tirk û çeteyên xwe bejahiya gundê Kurzele yê Şêrewayê dan ber agir. Agirê ku demek kin gihişte derdorî gundê Basile û her çû belav bû îro gihişte zeviyên navbera Dermişmi, Sixuneke, Bene û Aqibeyê û zeviyên Kimare û Koberê bûn xwelî. Her wiha agirê gihişte daristanên çam ên li Sixunekeyê bi hezaran dar şewitîn û bûn xwelî. Dema ku gundiyan xwestin agirê li herêmê vemirînin vê carê jî çeteyan gule li wan reşandin.

Heta niha 3 hezar hektar zevî bûne xwelî.