Cenazeyê du şervanên QSD’ê li Dêra Zorê hate veşartin
Welatiyên herêma Ebû Xeşeb cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Yasînû Hesen Hessan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin.
Welatiyên herêma Ebû Xeşeb cenazeyê şervanên QSD’ê Ehmed El-Yasînû Hesen Hessan bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin.
Bi sedan welatiyên bajarokê Ebû Xeşeb û gundewarên Dêra Zorê cenazeyê şervanê QSD'ê Ehmed Mihemed Yasîn (Agirî) û Hesen Hessan El-Taha (Hessan) ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xidir El-Hemadê veşartin.
Li goristanê ji bo bîranîna şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên QSD'ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre li ser navên Meclîsa Malbatên Şehîdan, meclîsên herêmî, Meclisa Qanûnsaz, Rêveberiya Jin a Dêrazorê û QSD`ê axaftin hatin kirin. Qisekeran sersaxî ji malbatên şehîdan re xwedin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştre nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîdan li goristanê veşartin.