'Ji bilî Rêveberiya Xweser, kes berjewendiya Sûriyê naxwaze'

Dozdar Hemo: Em tev şahidî pêvajoya Sûriyê ne, ya ji 2011'an ta roja me ya îro. Bêguman şerekî navxweyî yê giştî yê Sûriye da ber xwe, êdî bi eqliyeta berê gelê Sûriyê nema dikarin tevbigerin.

Li ser rewşa Sûriyê , Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dawî û tifaqên ku li ser hisabên destkeftiyên ku li wir hatine bidestxistin çi lîstok tên kirin siyasetmedar Ebd-Elrehman Hemo (Dozdar Hemo) ji ajansa me re axivî û bersiva pirsên me da .

Pştî 8 salan ji şerê li Sûriyê hûn li Sûriyek pêşbîniya çi dikin?

Em tev şahidî pêvajoya Sûriyê ne, ji 2011'an ta roja me ya îroj. Bêguman şerekî  navxweyî giştî Sûriyê da ber xwe. Dibe ku mirov di gelek aliyan de vî şerî binirxîne, çawa çirûska wî vêketa an jî gerek bû ev şer çê bibiya an na. Ger mirov li rojên pêşî vegere hîn baştir fam bike.

Sûriye wek rêjîm gerek bû xwe bugheranda. Guhertin çi di warê siyasî, aborî, çandî çi giştî komelgehî civakî li hêviya Sûriye bû ku xwe bugheranda. Ji ber ku rêjîmek hişk destpot nefesa civakê fetisandibû. Civak nedikarî di bin sîwana vê civakê de nefesek rehet bigre û bijî lewma gerek bû xwe bûgheranda. Ev di warê hindirîn de pijandinek wisa ava bibû. Rêjîmê her pêşiya vê pijandinê bi tirsê bi girtinê bi işkencê an jî civak tehdîd dikir bi rêbazên aborî an zor li zarokên wan kir, yanî civak b deng kiribû, yanî civak wekî ku kiribû xewê. Hejandinek pêwîst bû ku civak ev tirsa ji rêjîmê bişkîne.

2011'an ev pêvajo ew tirsa ku rêjîmê ku nêzî 40 salî zêdetir civakê şikand. Civakê destpêkê got ew dizan naxwazin hineka gotin bila rêjîm birûxe, hinan gotin na ji Şebîha re, hin gotin gendelî heye. Bi van gotinana çirûskek vêket ev çirosk gerek bû ku hebûya.

Lê belê ne ji berjewendiya rêjîmê bû ku şoreşek guhrankarî ku bi rêbazên civakî û aştiyane ku bi daxwazên civakê yê normal yanî azadiya civakê serbestiya ramanÊ êdî herkes bi rengê xwe xwe bîne ziman, gerek bû ku netewên din siyaseta xweser bi rengê xwe bimeşandana, ev pêwîst bû.

Lê ne ji berjewendiya ejjîmê bû ku şoreşek şaristanî demokratîk çêbibaya. Rêjîmê bi rêbazên ku rastî vê liv û tevgerê ber bi leşgerî bûnê ve bibin yanî leşgerî bikin vê meselê. Kesên ku ne dixwestin ku Sûriye biheje jî destek dan rêjîmê jî ku vê serhildanê ber bi leşgerbûnê ve bibin. Tiştê ku ne li hêviyê bû hat gelê Sûriyê. Ji berjewendiya rejîmê bû ku vê serhildanê bi rengê leşgerî be û navê terorê lêkir û got destê dewletên derve tê de hene û dewletên hindirî destwerdana Sûriye kirine û bi van hicetan berdewam kir.

Îroj nêzî 11 milyon Sûrî ne li ser cihê xwe yê berê ne çi koçberî dervî Sûriyê bûne çi jî di hindirê Sûriye de ji ser mal û milkê xwe de çûne û nêzî nîv milyon kes winda ye. Nizanin mirine, girtîe rewşa wan çiye ne diyar e. Her çiqasî em nav lê dikin dewleta Sûriye ye di bingeha xwe de tiştek bi vî navî nemaye hejiya. Piştî van êşan piştî van kuştinana êdî derûniya civakê tevlî hev bû û êdî civak bûn ji hev qut bû, êdî têkiliyên malbatî herêmî winda bûn di gelek mijaran de winda bû.

Piştî vê Sûriyeke çawa tê pêşbînkirin?

Piştî vê êşê Sûriyekî wiha tê pêşbînîkirin ku van êşên ku civakê dîtî ew xeyalê ku civak pê daketî kolanan, xeyala azadiyê van pêkhateyê netew yê di hindirê Sûriye de çi Kurd dibe çi Ereb dibin çi Tirkmen, Kildan, Siryan û hemû bawerî û kêm netewên din, xeyalê wan ew bû ku Sûriyekî Demokratîk ku her kesî himbêz bike û di heman demê de makazagonek(Destûra giştî) hebe her kesî bibîne û mafê wan misoger bike di Sûriya siberojê de û bibe Sûriyeke pir rngî ku birayên gelê Sûriye tev li gel hev bijîn. Ku Sûrî pêşiya her tiştî bêje ez Sûrî me û piştre bêje ez bi rengê xwe Kurd im, Siryan im, Kildan im, Tirkmen im, Ereb im. Lê Sûriyekî ku hemû kesî bigre nav xwe her kes jê hez bike Sûriyeke wa tê hêvîkirin. Ev jî Sûriyeke fedral demokratîk ku sîstemekî wî yê perlementerî hebe ku hemû rengan di nav xwe de bi cî bike nûnerên tevan hebe. Ev wê bibe bersiva êşa 8 salan ku me li pişt xwe hiştî. Xeyalên nifşê nû yê ku temenê wan 9 sa lin bi bûyeran re û bi şer re mezin bûne. Ev zarok êdî Sûriyeke aram dixwazin, Sûriyeke ku gelek reng derketine ku wan renga teva bibîne binase. Erebek pêwîst e fêrî Kurdekî bibe, Kurdek fêrî Erebî bibe, Siryanek eyînî tişt, Tirkmenek, Kildanek her wiha. Ev nifşê ku nû çêbûye di van 8 salan de hêviyekê wisa dikin êdî. Em nikarin êdî bi eqliyeta berê tevbigerin. Navenda Sûriyê Şam be û li wir hemû biryar werin girtin bê li netewekî vegere bê ku li aliyekî siyasî vegere bê li rengekî cûda li Sûriyê vegere, li wir çi hat imzakirin li gund bajar û bajarok bajarên mezin herêm pêk were ew zeman çû. Him guhrankariyên derketinî çû û him deroniya ku nû ava bûye, nikare qebûl bike û civak êdî nema vê qebûl dike.

Ji bo wê jî pêşbîniya me ev e ku piştî 8 salan em Sûriyek hemû rengan bigre nav xwe demokratîk, perlemanî ku nûnerê hemî kesî tê de hebe û di heman demê de herêm jî xweser bin. Em tev paytexta me bila Şam be lê di heman demê de ez Kurd im herêmên min yê Kurdî rengê min e, divê ez xweser bim. Siryanek li herêma xwe xweser be, Çerkesek eynî tişt, heta Erebek paytexta wî Şam e lê Erebekî Dêrazorê ye divê bi xweseriya Dêrazorê xwe bi rêve bibe, nikare wekî ku şam difikire Dêrezoriyek an Reqawiyek bifikre, xweser in. Em Sûriyek wisa pêşbîn dikin di pêşerojê de.

Tê gotin ku MÎT û Rejîma Surîye û Rûsiya hevdîtinan çêdikin. Ev hevdîtina li ser Idlib herêma Şehba û derdora Laziqiyê ku tê gotin hevpeymanekî veşartî heye, gelo ev Sûriye perçe nake?

Wê rêjîma Baas nefesê bide ku çareserî li Sûriye çê bibe?

Diyarek ku ev zihniyet nehatiye guhertin û hîn wekî nerîna hespê tenê li pêşiya xwe dinere li kêleka çi dibe çi nabe nabîne. Eger rêjîmeke wisa be, dîsa Sûrya navendî vegerîne û têkiliyên herêmî ku Sûriya berê 2011'an vegerîne û dîsa rêjîma Baas bi nijadperesta Erebî bi şovînîsta Erebî û dîsa hemû rengê din bi çewisîne tune bike û bêje min çi got herkes wê pêk bîne. Ev tev çû. Beriya her tiştî rêjîma Baasya heyî zihniyeta xwe bigherîne zihniyeta navendî ya ku tenê di navenda xwe de xwe didît û yê dî tev diçewisandin divê were guhertin.

Em ne li dijîne ku hevdîtinên Sûriye bi giştî bi welatên cîran re çê bibe, ji bo çareserya Sûrya siberoja Sûriye ku Demokratîk be pir rengî be perlemanî be. ji bo ev werin çêkirin em ne li dij in ku hevdîtin çêbibin. Lê hevdîtinên ku li ser hisabê pêkhateyan ji nedîtî bibîne, ev hevdîtin nakevin berhewendiyê siberoja Sûriyê. Tê gotin ku MÎT û mixaberata Sûriyê hev dibînin li kur hev dîtibin li Şamê be an jî li Enqera be di encam de hev dibînin. Divê em vê bizanin. Di rêwresma dewletan de şêweya eşkere ku dev davêjin hev heye û di pişt perdê de dewlet tu carî ku berhewendiyên wan têk biçin an jî bikevin bin tehdîdê de tu carî têkiliyê xwe bi hevre qut nakin her hene. Erdogan her derdikeve dibêje Bişar diktator e û Bişar derdikeve dibêje Erdogan dîktator e. Jixwe herdû jî dîktator in lê di heman demê de jî istixbarata herdûwan jî hev dibînin ji destpêkê ta niha. Nû derketiye nû ragihandinê eşkere kiriye ku istixbarata Turkiye û Sûriye li Tehranê hev dîtine an jî li cihên cûda. Ev îroj derket lê berî vê her heye. Ji ber ku evana dewlet in bejewendiyên wan hene û hevdîtinên wan li ser esasê inkarê netewane li ser esasê demokrasiya civaka ye li ser esasê azad bûna civaka ye. Eger ev têkilî bin têkiliyên bixeter in bi tehlûke ne û pêwîst e em li dijber derkevin.

MÎT û Beşar wê çi baxivin. Bêguman wê MÎT ji Beşar re bêje bi Kurdan re hevdîtinê çê neke xweseriya bakur û Rojhilatî Sûriyê qebûl neke û were em bi hevre li dijî Kurdan şer bikin. Wê ji Beşar re bêjin Kurd li gel te bûn xwdî statû sibe wê serê min jî bêşînin Kurd li gel min jî hene, nefesekî Kurdî li Sûriye çêbibe ew tê wateya wê tehdîd be li ser bakur jî, qaşo. Wê ji Beşar re bêjin tu çi dixwazî Beşar jî wê bêje ew çeteyên girêdayî te hemûyan bibe gel xwe û ejî li vêderê bi Kurdan re hevdîtinê çênakim. Hevdîtinên wan tev ev in tiştekî dî tuneye. Têkiliya Tirkan û Bişar ta 2011'an Erogan û hevjîna xwe dihatin Helebê xwarin dixwarin û Bişar û hevjîna xwe diçûn Stenbûlê xwarin dixwarin. Ji 2003'an de Sûriye û Tirkiye têkiliyên wan nema yê dewleta bû êdî ji hevre digotin birayê min. Êdî niha yek ji yekî re dibêje diktator. Niha wekî ku ji bo me pir balkêş hatiye, hevdîtinan dikin ji xwe hevdîtinan dikin. Hevdîtinên wan jî tev li ser esasê inkara Kurda ye, li ser esasê nebûna demokrasiyê ye. Raste hevdîtina wan hene, dewleta Tirkiye bi xwe jî qebûl kir gotin ew hevdîtinê çêdikin û Bişar jî got fermandarên  Tirkiyê ji rayedarên siyasî hîn serwextir in ser rewşa Sûriyê. Bişar û Turkiyê tu car têkiliyê wan qut nebûne ku em nû bizanibin ku hevdîtin hatiye çêkirin.

Lê em li dijî van hevdîtinane ku li ser hisabê destkeftên ku li ser Sûriye hatine çêkirin em li dijî wan hevdîtinana ku li ser hisabê netewan bifetisînin, azadiya netewan qebûl nekin Sûriya sibe rojê ya demokratîk inkar bikin eger hevdîtin ev bin wê ev hevdîtin neyên qebûl kirin.

Rûsya hewl dide ku Sûriye û Tirkiye bînin serdema 98'an ku hevpemaniya wê demê ya Edenê çê kirine li ser Kurdan bûn. Yanî Kurdên azadiyê dixwazin li Sûriyê bin pêwîste teslîmê Kurda bikin û li Tirkiyê be pêwîst e teslîmê Sûriyê bikin, itfaqiya Edenê ev bû li ser Kurdan bû, ev neguherî. Niha jî dibêjin em itfaqiya Edenê bikin, yanî Kurd bila nebin xwedî statû. Kurd jî ev pêvajo derbas kirin, tekoşînek dan qelenên pir beha dan, piroje çêkirin, bi netewên din yê li Sûriye ev 7 sal in xwe bi rê ve dibin ji milê aborî di aliyê civakî di aliyê rêveberî leşkerî ewlekarî di hemû milan de bakur û rojhilatê Sûriye sedî 30 xaka Sûriye di bin serweriya van rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriye ye û di hemû aliyan de xwe bi rêve dibin. Rast e yê ku ev çêkir ne tenê Kurd in lê Kurd pêşengê vê bûn, bi proja Kurdan ev destkeft bi dest ketin û îroj Kurd pir şehnaz in bi van pêkhateyan re bi hev re vê rêveberiyê bi rêve dibin.

Cihêk kêfxweşiyê ye ku jinekî Siryan, Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez tên gel hev konfiransa Jinên Sûriyê li dar dixin yanî cihê şehnaziyê ye. Ciwan eyînî tişt, Bakur û Rojhilatê Sûriyê eyînî tişt. Beriya demekî li Êyn Îsayê 5 hezar kes hemû rûsipî alî eşîrên Sûrî Kurd, Ereb, Tirkmen hatin gel hev daxwaza sibe rojeke Sûriye demokratîk kirin bi hevre, pêşengiye ev, ev Sûriya pêşerojê ye. Sûriye ev e, pêşbîniya me ya Sûriye ev e. Lê herkesê din vê qebûl nakin, Mînak Beşar dengê xwe derxist got evana tev xiyaneta welat kirine çûne Êyn Îsayê civîn kirine, di heman demê de Rûsiya got çima li hev civiyane, Tirkiyê pir aciz bû wê jî got çima li hev civyane. Bêguman wê li hev bicivin, ew Sûrî ne wê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Îşê Rûsa çi pê heye çi yê Tirk û Îraniya pê heye, ev Sûrî Sûrî ne, mala wan e, bi her zimanî pê daxivin em birayên hev in û li gel hevin, karê tu kesî pê nîne ku were bêje na hûnê wisa bikin wisa nekin. Hevdîtinê MÎT û Sûriyê dixwazin astengiyê ji vê re çê bikin. Ji bo wê jî bêguman wê gelê Sûriyê van dek û dolabên li ser wan tê meşandin qebûl nakin. Sûrî sibe roja xwe dizanin, ne projên ErdoGanî û ne Rûsî û Îranî û ne Amêrkî nikarin gelê Sûriyê û çanda wê li gor xwe dîzayn bikin, Sûrî Sûrî ne bi rEngê xwe wê baxivin û wê bi rengê xwe biratiya xwe bikin.

Destwerdana li Sûriye çêbû, di serî de berpisyara wê rejîma Beşar bixwe ye ji ber ku guhartin dihat xwestin, pjandinek çêbibû, guhertin dixwest, neguheran û zemîn ji herkesî re eva kir ku dest bavêjin Sûriyê. Bişar nikare Sûriyek nû bîne bîra her kesî berovajî wê mezinbûna Beşar ew e ku Kurdan bibîne, Siryana bibîne hemû pêkhate û rûspî û aliyên Ereba bibîne û bi hevre diyalokekî Sûrî  bibîne û bêje werin em siberoja Sûriye diyar bikin, wê demê wê herkes bêje em jî li gel Beşar in. Lê ger bêje em kesek ji we nas nakin, ezê bi hêza balafiran bi hêza komkojiyan, bi hêza welatên zir hêz wek Rûsya, ezê bînim û wan teva biperçiqînim, ger hûn li min guhdar nekin wê ev zihniyet bi şer neghê encaman û wê ew jî bibe wek hineka ku diaxivîn û aniha rewşa wan çi lê hat dunya bi giştî aniha bûye şahid.

Li surîye DAÎŞ xelas bû, ew ê hêdî hêdî alozî xelas bibe û statûyek nû were ava kirin. Emerîka jî, Rusya jî di vê xwastekê de xwîya dike. Ew ê Surîyekî çawa were ava kirin, Di vê Sûriye de wê hêza xwe cihî hebe an wê Sûriyekî ku hêzên deshiladar qontrol bikin?

Pêwîst e em vê qebûl bikin, niha îrada Sûriyê ne di destê gelê Sûriyê de ye. Li dervî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî îrada Sûriyê ne di destê wê de ye.

Îrada xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û xwe pê bi rê ve dibe, ji bo vê yekê pirsgirêka Sûriyê bûye pirsgirêkek nav netewî, ji ber ku rêjîma Baas ya şovînîst ew derfet da ku îrade di destê wê de nemîne, ras te em li pêşberî xwe Beşar dibînin û di saet çenda de tê û diçe dibînin, lê belê îrade ne Beşar e, îrade ew in yên ku destwerdan li ser Sûriyê kirine(Rûsya, Turkiyê, Îran, Suudî, Qeter) pirsgirêka Sûriyê kete destê van, ji ber vê yekê jî komên çete anîn Sûriyê û kî ji ku hat em nizanin, ji bo vê jî bêguman pêwîst e Sûriyê vegere li ser reng û xwezaya xwe, hewildana rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilat jî eve ku Sûrî Sûrî be, bi îrada Sûrî em biryar bidin, ne bi îrada derve.

Pirsgirêka Sûrî ne li Enqera, Tehran, Moskov, Wasîngton, Riyad de tê çareserkirin, Sûrî wê pirsgirêka xwe li Şamê çareser bike, li navendê.

Ji bo DAÎŞ'ê ez bi xwe nabêjin DAÎŞ xilas bûye, dibe ku DAÎŞ di şerê cebhêde xilas bibe, lê belê hîn jî DAÎŞ li Sûriyê heye, Tedmur, Himis û Hema hîn datiş heye, em vê yekê dibhîsin Iraq cihê DAÎŞ'ê ye, her kes DAÎŞ xwedî dike, ev tê wê watetê ku hîn heye, eger DAÎŞ tune be jî Ehrar Ilşam û El-Nûsra hene, Elhemşat, Elhemzat, Zinkî hene û ev jî DAÎŞin, rûyê wan hişê wan DAÎŞ e, tenê navê wan guheriye, ji ber hu yê zihnê DAÎŞ li ser piyan digre û zindî dike, fînanse dike û rê didiyê, rejîma Erdogan e, rejîm hebe DAÎŞ jî heye ew DAÎŞiyê ku navê xwe li Baxozê kiribû, li Efrînê navê wî Hemzate, ji Ehrar El Şame, li her cihî navê wî cûda ye.

Ew kesê ku li Baxozê navê wî DAÎŞ bû, li Efrînê navê wî Hemşate û yê li Idlibê jî navê wan Elnusra ye. Ew welatên ku destwerdanê Sûriyê kiribûn, kes nizane wê bi ku derê ve bibin, her kes li dû bercewendiyê xwe digere.

Ne emerîka ne Rûsiya ne jî Îran ne Turkiyê ne li gel çareseriya Sûriyê ne, berovajî vê her kes ji bo ku cihê lingê xwe li Sûriyê çêke û bercewendiyê xwe biparêze û li gor bercewendiyê xwe Sûriyek pêşerojê ava bike di vê hewildanê de ne.

Derveyê rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tu kes berjewendiya Sûriyê naxwaze, Emerîka dixwaze lingê xwe bixe Suriyê ji bo ku bi riya Sûrî destê werdana li ser Rojhilata Navîn her cihî bike, Rûsiya, Îran, Tirkiyê jî eynî tişt. Siberojeke Sûriye ku em tev li hêviyê ne ger bi destê van dewletan be perçe ye û eger bi destê Sûriyan bi xwe be, îrada ku li Rojhilat Bakurê Sûriye heye, ew mînak e ku sibe oja Sûriye em karibin mûdêla esas bigrin. Ji dervî wê Sûriye perçe dikin. Kesek di çareseriya Sûriye de tune ne civîna Şûtsî ne jî Estana û ne yê Cinêvê tev zemanê Sûriyan birin û li ser hisabê xuyîna Sûriyan zemanê Sûriyan bû û tu çareserî neanîn. Jixwe tev dibêjin ku êdî wateya van civînan tune rastî jî tune ji ber ku ev tev civînên parvekirinê bûn ne civînên çareseriyê bûn Îran çi qas serwer be di Sûriyê de Rûsiya çiqas Tirkiyê çiqas serwer be di Sûriyê de, parve dikirin ne di çareseriyê de difikirîn. Parvekirin ta dawî di destê Tirkan de Idlib ta Cerablûsê û Rûs jî balafirên xwe da Beşar wekî ku ji çetan xilas kir û Îran jî gelek bargehên xwe bi cî kir û ana li ser şer dikin, eşkere ne wateya wan civînan ma û ne jî wateya biryara ku ji wan civînan derketin ma. Biryar tenê ew e Sûrî bi xwe biryara xwe bidin çarenûs xwe çêkin. Yê ku nahêle çareserya Sûriy çê bibe di serî de Tirkiye ye Niha jî ger tilya Tirkiyê di sûriyê de neyê birîn pisgirêka Sûriye nayê çareserkirin.

Rêberê gelê azadî xwaz ji bo Rojavayê Kurdistan nerînê xwe pêş dixe, di hevdîtina dawî de nerînên ku anîn çi xwast bibe. Ji ber ku got pêwîste hassîyetê dewleta Tirk jî werin dîqqat kirin. Gelo em vê axaftinê çawa fam bikin?

Divê herkes bizanibe Rêber APO bi perspektîvên xwe ji bo hemû pirsgitêkên Rojhilata Navîn çare ye, Sûriye jî di nav de. Ji ber ku Rêber APO nêzî 20 salan li Sûriyê ma, ewqas Sûriye nas dike dibe ku Sûriyek wisa Sûriye nas nake. Rêber APO hemû aliyên siyasî yên di Sûriye de bi wan re rûniştiye çi Kurdî çi Erebî hwd. Serok nas dike û Serok gotina wî û bi piroje derbas dibe, bi pirojeke demokratîk ya aşîtyane ya ku rastî hemû pêkhate bi hevre bijîn xwedî wê tewriyê ye paradîgma serok heye ji bo çareseriya Sûriye. Paredîgma wî bi wê felsefê çareya herî rast e. Lewma jî giringiya Rêber APO di çareseriya Rojhilata navîn û taybet di Sûriye de jî pir giring e û serok bi xwe jî gotiye yanî hewldan çê bibe wê rolekî pir mezin bilîze di Sûriye de. Em jî di wê hêviyê de ne ku aliyên Sûrî çi siyasî û aliyên cûda cûda ev bangewaziya Rêber APO bixwînin û nêrandina li felsefe û paradîgma Rêber APO ya çareseriyê esas bigrin di çareseriya heyî de lewma jî em baş dibînin û wê rolekî pir karîger be di çareseriya Sûriyê de, ger ji Rêber APO insyatîf bê dayîn ku çareser bike di wê hêviyê de me ku wê gotina wî wê encamê çareseriyê bi xwe re bîne.

Bakur û Rojhilatê Sûriye hêzê xweh yê hindirî û wekî siyaset tu carî nebûye tehdîd li ser dewletê cîran ku Tirkiyê bêje xeteriye li ser min. Ev 8 sal in bila cîhan tev şahitiya vê bike ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek mermî avêtiye Bakurê Kurdistan û Tirkiye kes ev tişt nedîtiye ji ber ku tiştek wisa tune ye. Ev hêz ne hêzekî tehdîd ware berovajî wê hêzeke aşîtyane ye hêzekî ku nabe tehdîd li ser cîranê xwe û ev jî teqeze ne gotinên piropoganda ye.

Rêberê gelê azadî xwaz bahsa rihê eşmî dikir ev rih çi bû, pêwîste di roja me de çawa were fam kirin?

Di dîroka hem dem ku em tev şahidin yekemîn car hêza Kurdî û li gel hêza cimhûriyeta Tirkiyê bi hevre operasyonek çêkirin, gora Şah Silêman ji bin gefên DAîŞ'ê rakirin anîn gundê Aşmê li Rojavayê Kobanê danîn DAIŞ'ên hin tewîz ji Tirkiyê dixwestin gotin emê gora şah biteqînin û emê xira bikin, Tirkan jî nikarî biçûna ew gora Şah Silêman banîna û d iheman demê de 40 leşgerê wî di nav pencê DAÎŞ'iyan de bû. Xwe avête hêza YPG, YPJ'ê  û xwe avête Istixbarata leşgerî ya YPG ê, ez bixwe jî şahidê wê bûm û me bi hevre qordîne kir û birastî YPG û YPJ li gel grûpên ku Tirkan guncav dîtin hatin Kobanê û di nava 2 setan de bê ku qezayek çêbibe çûn gora Şah di bin çavdêriya DAÎŞ'an de rakirin û anîn û 40 leşkerên Tirkan di dorpêça DAÎŞ'ê de anîn di Kobanê re derbasî Tirkiyê kirin û ew gor jî anîn danîn gundê Aşmê yê ku niha li Rojavayê Kobanê dikeve li wir gora şah bicî kirin. Ji ser pira Qereqozatê anîn wê derê. Serok got ez li gel wî rihî me, em bi hevre dikarin hemû xeteriyên li ser civaka Tirk û Kurd û Ereb çêdibe ger yekîtiyek û têkiliyek hebe ger rihekî hevbeş hebe em ê hemû xeteriyan yek alî bikin, ji bo wê got ez li gel wî rihî me, em dikarin bi hevre hêzên tarî hêzên ku dixwazin biratiya gelan perçe bikin yê ku dixwazin baweriyan li himber hev sor bikin nijadperestiyê çêkin şomînîzmê ava bikin, mesafa bixin navberî gelan em bi hevre bibin yek bi rengekî demokratîk em tev hev bibînin ne tu mezin î, ne ez piçûk im û ne ez mizin im û ne tu piçûk î,  em bi hevre karibin ev rihê hevbeş ava bikin. Dewleta Tirk nikarî bû biçwa gora şaha ji bin destê DAIŞ baniya an jî leşgerên xwe ji nav lepên DAÎŞan xilas bikra, mecbûr bû ihtiyacî hêzên Kurdî yê li kobanê bû, dewlet bû karîbû bigota ez van nabînim ez karim bi top û balafirên xwe karim biçim bînim lê nikarîbû biçûwa, leşkerên xwe di nav destê DAÎŞ'an de bû, mecbûr bû hat ber lingê YPG ê got alîkariya me bike. Ev tê wateya ku çiqa dewlet be çiqa mezin be jî lê hêzekî piçûk çiqas ku tu nabînî an naxwazî bibînî jî li ser erdê bê wî tu nikarî bandoriya xwe çêkî. Rihê Aşmî ev rih e yanî em hevbeş Kurd, Ereb, tirk û hemû pêkhateyên din çi li Tirkiyê çi li Sûriyê em hevbeş bi rihekî bihevre bijîn, li himber êrîşên ku destwerdanê li herêmê dikin, çi bi navê DAîŞ çi jî binavê dewletan. Serok behsa vî rihî dike.