Cenazeyê şervanê YPG’ê Herekol Girkê Legê hate veşartin

Welatiyên navçeya Qamişlo Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Hereok Girkê Legê  (Zeyd Zekeriya Abas) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG’ê Hereok Girkê Legê  (Zeyd Zekeriya Abas) ku di pêngava paqijkirinê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê de li Dêra Zorê şehîd bûbû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê hate veşartin.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Cemal Kobanê axivî û got; “Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşê heta îro berdêlên giranbuha dane. Bi saya qurbaniyên wan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava aramî û ewlehiyê de ye."

Yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Mihemed Zekî Îbrahîm destnîşan kir ku li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwîna pêkhateyên herêmê tevlihev bûye û wiha pê de çû: "Bi saya berdêlên giranbuha me civaka azad û demokratîk û hevgirtî ku dê destkeftiyên şehîdan biparêze, ava kir." 

Apê şehîd Herekol Girkê Legê Fesal El-Hisên di merasîma oxirkirinê de soza xwe heta rizgarkirina hemû xaka Sûriyê ji dagirkeriya Tirkiyê, çeteyên wê û Cebhet El-Nusrayê nû kir.

Piştre nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şervanê YPG’ê Herekol Girkê Legê li goristanê veşartin.