Parlamentera Fransî Sarnez serdana Rêveberiya Xweser kir

Seroka Komîsyona Têkiliyên Karên Derve ya Parlamentoya Fransayê Marîelle de Sarnez serdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Mariel de Sarnes û Demire Le Bon, serokê Beşa Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê Patric Francesci û nûnerê Rêveberiya Xweser ê li Fransayê Xalid Îsa pêk tê.

Destpêkê serdan li Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Hevserokên Meclisa Rêveber Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Umer û cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber Elîzabêt Gewriyê pêşwazî kir.

Şandeyê li şîroveya kurt a çawaniya xebata Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên heyî, guhdarî kir û bi tecrubeya Rêveberiya Xweser kêfxweş bû û bi rêya rasteqîn a pêkanîna demokratîk û çareserkirina pirsgirêkên gel bi awayekî rast, şiband.

Piştre şandeyê serdana MSD’ê kir. Şande ji hêla hevseroka MSD’ê Emîne Umer, endamên Buroya Têkiliyan a MSD’ê Ferhad Ehmê û Jiyan Mela û endama Buroya Jinan a MSD’ê Dibeya Nasir ve hate pêşwazîkirin.

Hevseroka MSD’ê xebatên xwe yên niha piştî qonaxa şer û têkbirina DAIŞ’ê ji hêla leşkerî ve wiha vegot: "Xebata niha ew e ku tunekirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li herêmê û jinûveavakirina binesaziya ku bi sedema şer hatiye wêrankirin da ku koçber vegerin warên xwe."

Şandeyê bi nûnerên MSD’ê re der barê avakirina dadgeheke navdewletî ji bo girtiyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser de û pêwîstiya vegerandina dîlgirtiyên çete ya dewletên wan, nîqaş kir.

Li aliyekî dîtir jî şandeyê bal kişand ser ku pêwîst e rol û xebata MSD’ê berfireh bibe da ku beşdarî siyaseta çareserkirina krîza Sûriyê bibe.

Şandeyê xelata rêzdariyê ya parlamentoya Fransayê pêşkêşî Rêveberiya Xweser û MSD’ê kir.

Di serdanê de, seroka Komîteya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da çapemeniyê û armanca serdanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Mariel de Sarnes wiha da zanîn: "Ez hatim vir da ku ji tevan re biawayekî fermî naskirina vê herêmê û heta yên şervanên ku li dijî hovîtiyê û şerê li dijî DAIŞ’ê jî bikim. Fransa li rex Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) di vî şerî de sekinî û dê li rexê bisekine heta jinûveavakirin û aramiyê jî heta ku hêvî di pêşeroj û jinûveavakirinê de ji şêniyên herêmê re bê dayîn."

Mariel de Sarnes wiha dawî lê axaftina xwe anî: "Em li vir in da ku tevahî pêdiviyên ewlehî û aştiyê li herêmê û cîhanê ku parçeyek ji erka me ye, pêk bînin û we jî gelek tişt ji mirovahiyê re pêşkêş kirine."