Şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Dilşêr spartin axê

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) yê di dema operasyona li Dêra Zorê de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi merasîmeke girseyî spartin axê.

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Nûr Xidir (Dilşêr Qamişlo) yê di 29‘ê Gulanê de di pêngava li dijî şaneyên veşartî yên DAÎŞ‘ê li Dêra zorê de şehîd bûbû, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve çûn.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir. Piştre jî Rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Hecî Seîd axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Mûrad soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

Birayê şehîd Mihemede Nûrî, Baran Xidir jî soz da ku ew ê li ser xeta şehîdan bimeşe.

Dayika şehîd Mihemed Nûr, Şukriya Xidir anî ziman ku ew bi şehîdbûna kurê xwe serbilind e û anî ziman ku kurê wê ji bo parastina gelê xwe şehîd bû.

Nasnameya şehîd ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan de spartin axê.