Li Reqayê ji ber teqînan 3 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
Li Reqayê êvarê li pey hev du teqîn pêk hatin. Ji ber teqînan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.
Li Reqayê êvarê li pey hev du teqîn pêk hatin. Ji ber teqînan 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 16 kes jî birîndar bûn.
Li Reqayê doh êvarê li pey hev du teqînên cuda pêk hatin.
Destpêkê li taxa Neyîmê bombeyeke deng teqiya. Piştî teqîna destpêkê wesayiteke bombebarkirî teqiya. Ji ber her du teqînan 3 sivîl şehîd bûn, 16 sivîl jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Hêzên Ewlekariyê yên Hundirîn jî tedbîrên berfireh ên ewlekariyê wergirtin.