Şewatên biguman ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ziyaneke mezin anî

Cotkarên Bakur-Rojhilatê Sûriyê îsal ji berê ku rakirin kêfxweş in lê şewata li qadên çandiniyê bû sedema ziyaneke mezin. Rêveberiya Xweser jî li çareseriyê digere.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku piraniya aboriya wê li ser çandiniyê de cotkar îsal ji berê ku radikin kêfxweş in lê şewatên biguman ên ku li qadên çandî çêdibin bûne sedema ziyaneke mezin. Her roj li dehan cihî şewat çêdibin û cotkar mexdûr dibin.

Şewata li nav dexlan keda cotkaran a salekê di çend saetan de dike xwelî, rêveberiya herêmê jî li dijî şewatan li tevdîgeran digere. Hevserokê Komîteya Aboriyê ya Kantona Kobanê Xelîl Şêx Mislim got li ser sedemên şewatan disekinin û hewl didin ku çareyekê bibînin.

Mislim got berên ku îsal hildidin li gorî 10 salên bihurî gelekî baş e û her dever çandine. Mislim got, ''Dikarim bibêjim li gorî van çend salên dawî berên herî baş e. Em dikarin bibêjin 2019'an 100 ji 100'î ber distînin. Em dikarin bibêjin ku gelê me jî îsal çandiniya xwe baş kir û hema hema her dever çand.'' Mislim got kêfa cotkaran li cih bû lê ji ber şewatên van rojên dawî bi hezaran hektar dexl bûne xwelî û ew li çareseriyê digerin.

Mislim sedema şewatan rêz kir, got, li zeviyên ku diçine ser rêyan, ew gumanê ji qûnikên çixareyanên ajokaran dibin û li ser sedemên din jî got, ''Mazota me ne baş e. Ji ber vê jî dibe ku karbona li eksoza wesayitan jî bûbe sedem. Her wiha ji ber çîkên ji diranên batozê diçin jî şewat çêbûne.''

Mislim diyar kir herî pir ew gumanê jê dibin ku erdên wan ji alî hin hêzan ve têne şewitandin û got, hêzên ewlehiyê hin lêkolînan dike û dewriyaya xwe zêde kirin.

Ji aliyê dî ve jî Mislim diyar kir gelek xwediyên batozê yên Kobanê derdikevin derveyî katonê dixebitin û li herêmê ji ber kêmasiya batozê cotkar nikarin dexlê xwe rakin û got, ''Li Cizîr, Reqa û Dêrazorê dexl beriya Kobanê bi 10 rojan têne rakirin. Gelek xwediyên batozan gotin ew dixwazin ji van deran biçin û pêlekê ji xwe re bixebitin, me jî destûr da lê niha venagerin Ev jî dibe sedem ku dexl bimînin û bişewitin.''

Mislim got 3 hezar lître desteka mazotê didin xwediyê batozan lê li gel vê jî diçin li deverên din dixebitin, li ser vê  got, kantonê biryarek standiye û got di nav 72 saetan de heke xwediyê hemû batosan venegerin wê cezayê pere li wan wer birîn. Mislim got, ''Em bi biryareke wiha naxwazin gelê me yên li deverên din mexdûr bikin. Ew jî gelê me ne lê divê em vê rewşê jî bifikirin. Bi kêmanî divê hin batoz li vir bin.''

Mislim got ji ber şewatê cotkarên ku dexlên wan ziyan gihaye ser wan bi rengekî wê hewl bidin ku zirara wan bidin û got, biryar hatiye standin ku hemû dexlê gel ji hêla rêveberiyê ve were rakirin û wê dexlê gel di dest wan de neyê hiştin.