Li Efrînê daristana ji 11 hezar hektarî hate şewitandin

Li Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, daristan bi zanebûn tê şewitandin. Tê gotin, heta niha herî kêm 11 hezar hektar qada daristanî hatiye şewitandin.

Rejîma Tirk Adara 2018'an bajarê Efrînê dagir kir. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê û şer dike û xwezayê talan dike.

Li gorî nûçeya ANHA'yê, ji par û vir ve li Efrînê û gundên wê 11 hezar hektar qada daristanî hatiye şewitandin.

Daristanên ku hatine şewitandin: Çiyayên Sari Sînê, Xirabê Simaq, Kurê, Kumreşê, Sûrkê, Cirqa yên navçeya Reco.

Her wiha derdora nîvê daristanên çiyayên Bafiranê, keleha Hawarê û Rişa Isiyê, çiyayên gundên Rûta (çiyayên Geliyê Cehnimê), Remedana, Gurda yên navçeya Mabatayê.

Daristanên gundên Tetera, Hec Hesna, Qaziqli, Şêx Mihemed û Çûlaqa yên navçeya Cindirêsê.

Daristana navenda gola Meydankî, daristanên Tetera, Qesîrî û Qaziqli yên navçeya Cindirêsê û rûbera di navbera gundên Gûbeka û Sêwiya li navçeya Mabatayê.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Desteya Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Norşan Hisên got dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin demografiya kantonê ji tevahiya aliyan ve biguherin, ji koçberkirina şêniyan, kuştin û gelek binpêkirinên ku di eniya mirovahiyê de lekeyek in.

Norşan wiha domand: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dizanin ku şêniyên Efrînê yên ku li Şehbayê dimînin bi berxwedanê ve girêdayî ne, dê li ser terorê bi ser bikevin. Ji ber wê dagirkeriya Tirk hawîrdora Efrînê binpê dike û daristanan dişewitîne."

Di dawiyê de Norşan bang li rêxistinên têkildarî hawîrdorê kir ku li hember binpêkirinên Tirkiyê der heqê xweza û daristanên Efrînê de bilivin.