Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn El-Umer hate veşartin

Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emer Ebdulkerîm El-Umer ê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li gundê Hikûmiyê ya Reqayê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan hate veşartin.

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Reqayê cenazeyê endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar Ebdulkerîm El-Umer ji nexweşxaneya Wetanî ya Reqayê wergirtin û bi kerwanekî ji dehan wesayîtên bi wêneyên şehîd û gulan hatibû xemilandin ber bi Goristana şehîdan a li gundê Hikûmiyê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze li goristana gundê bi berzkirina dirûşmeyan ji aliyê sedan welatiyên gundên Hizêm, Hikûmiyê û gundinê derdora wê ve hate pêşwazîkirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtina leşkerî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate kirin destpê kir.

Piştre ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Rêzan Dêrikî, bi navê QSD‘ê yek ji fermandaran Murad Reqa, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan endama meclîsê Emîna El-Hec Elî û bi navê Rêveberiya Jinan a Reqayê Zelîxa Ebdî axivîn.

Di axaftinên hate kirin de hate diyar kirin ku jiyana azad û bi rumet berhemên ked û xwîna şehîdan e, her wiha rola endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn di rizgarkirin û parastina herêmê de hate nîşandan.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ ve hate veşartin.