QSD’ê bîlançoya operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ’ê ragihand

QSD a têkildarî qonaxa duyemîn a operasona li dijî huncreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li Hesekê û Dêra Zorê daxuyaniyek da û ragihand ku 51 çete girtine.

Di civîna çapemeniyê ya ji aliyê QSD’ê ve li navçeya Şedad a Kantona Hesekê hate kirin de, bîlançoya qonaxa duyemîn a operasyona li dijî hucreyên çeteyên DAÎŞ’ê ya li Dêra Zor û Hesekê hate ragihandin.

Di civîna çapemeniyê de daxuyanî ji aliyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Seyîl El Zobaî ve hate dayîn. Zobaî eşkere kir ku di operasyona hêzên QSD’ê ya 30’ê Gulanê dayî destpêkirin de 72 kêlometre ji hucreyên DAÎŞ’ê hatiye paqijkirin.

El Zobaî destnîşan kir ku di operasyonê de 2 hezar û 200 şervanên QSD’ê li gel 300 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir û polîsan cih girtin. El Zobaî got: “Ji saet 01:00’ê û pêve hêzên me, bi awayekî taktîkî ketin tevgerê û herêmên operasyonê bê kirin dorpêç kirin. Operasyona saet04:00’an destpê kir heta 16:00’an bi dawî bû.”

Di daxuyaniyê de hate  gotin ku di çarçoveya operasyonê de 500 gundik û gund ji huncreyên çeteyên DAÎŞ’ê hatine paqijkirin, 51 çeete jî hatine girtin.

Li gorî daxuyaniyê 35 çekên qilêş, 1 çeka BKC, 5 çekên Bruno, 11 demance, 6 çifte, 2 wesayît û motorsiklêtek hatiye desteserkirin.

El Zobaî di dawiya daxuyaniyê de ev got: “Spasdariyên xwe pêşkêşî gelê xwe dikin ku bi me re bûn alîkar. Armanca operasyonê ew e ku ewlekariya herêmê û hucreyên DAÎŞ’ê ji herêmê paqij bikin bû. Di tevahiya operasyonê de gelê me, li ser cihên çeteyan agahî bi me re parve kirin û destek dan me.”

Hêzên QSD’ê di qonaxa yekem a operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ’ê ya 15’ê Gulanê de jî 42 çete girtibûn.