Li Efrîn û Mareyê 3 dagirker hatin kuştin

Li Efrîn û Mareyê di çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê de 3 dagirker hatin kuştin, derb li wesayiteke leşkerî hate xistin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), li Efrîn û derdora wê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya HRE'yê, 31'ê Gulanê li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk hat. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li wesayiteke leşkerî hate xistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, 1'ê Hezîranê li gundê Til Malid ê herêma Mareyê li dijî dagirkeran bi sekvaniyê çalakiyek hate kirin û di encamê de çeteyekî dagirker hate kuştin.