Cenazeyê endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî El-Casim hate veşartin

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Salih E-Casim (Salih Tebqa) bi merasîmekê li goristana şehîdan veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Navxweyî Salih E-Casim (Salih Tebqa) ku ji ber nexweşiyê şehîd bûbû, ji Nexweşxaneya Wetanî ya Tebqayê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û piştre Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Abdulkerîm ÎbrahÎm, bavê şehîd Ebû Rîş axivî sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Hevserokê Komîteya Hundirîn a Tebqayê Mezlum Umer jî anî ziman ku ji şehîd Salih destpêka rizgarkirina Tebqayê tevî nexweşiya xwe kedeke mezin di parastina herêmê de da.

Bi navê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ebdulrihman El-Ferec jî bal kişand ser keda şehîdan a rizgarkirina mirovahiya ji zilma çeteyan û soza parastina destkeftiyên şehîdan da.

Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin. Girseya gel bi dirûşme û tilîliyan cenazeyê şehîd Salih Tebqa li goristanê veşartin.