Cenazeyê şervanê QSD’ê Amir Teysîr spartin axê

Cenazeyê şervanê QSD’ê Tamir Teysîr Eba Zîd ê dema li Şedadê li ser erka xwe bû şehîd ket, li Hesekê bi merasîmeke leşkerî spartin axê.

Girseya gel cenazeya şehîd Amir Eba Zêd (Sipartakos)ji MeclÎsa Malbata Şehîdan wergirtin. Şervanê QSD’ê Amir ê ji parêzgeha Derayê ya girêdayî Sûriyê bû, li Dêra Zorê beşdarî refên QSD`ê bû û di dema ku li navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê bi erka xwe radibû şehîd bûbû.

Li goristanê merasm bi deqeyek rêzgirtina şervaên YPG/YPJ’ê destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Rewaa Hisên axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Li ser navê QSD`ê yek ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk Ziyab Hesekê jî diyar kir ku serkeftinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya berdêlên şehîdan hatine bidestxistin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê rêveberiya Kongreya Star a Şaxê bajarê Hesekê Helîma Ehmed bal kişand ser ku şehîdan ji bo parastina vê xaka ku hezkirin û wekhevî têde peyda bibe xwe feda kirin. Helîma got: "Ji bo biratiya gelan şehîd Amir navê xwe di rûpelê dîrokê de zindî hişt".

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di merasîmê de 54 şervanên ku di demên cuda û deverên cuda û di meha Gulanê de şehîd bûne hatin bibîranîn.

Dawiya merasîmê cenazeyê şehîd Amir spartin axê.