Li Dêra Zorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuştin

Li bajarokê Sîwer ê Dêra Zorê çeteyekî DAÎŞ’ê hate kuşin yê ku bi motosîkleteke bombebarkirî êrîşî nuqteya hêzên ewlekariyê kir.

Çeteyê DAÎŞ’ê ku bi motosîkleta bombebarkirî li bajarokê Sîwer ê Dêra Zorê êrîşî nuqteya Hêzên Ewlehiya Navxweyî kir. Ev çete hate kuştin. Çeteyê ku motosîkleta bombebarkirî li nêzî nuqteyê hişt piştî demekê teqand. Dema ku çete ji cihê bûyerê direviya ji aliyê Hêzên Ewlehiya Navxweyî ve hate kuştin.

Di teqînê de şervanekî Hêzên Ewlehiya Navxweyî birîndar bû. Şervanê birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.