Rûsyayê li dijî pêngava Tirkiyeyê li Til Rifatê baregeh ava kir

Piştî îddîayên ku li Îdlîbê çekên kîmyewî hatin bikaranîn, Tirkiyeyê helwesta xwe guherand û piştgiriyeke çekdarî ya El Nûsrayê û mudaxeleyî operasyona Rûsya û Sûriyeyê kir. Rûsyayê jî li Til Rifatê 3 baregehên leşkerî ava kir.

Rûsya û rejîma Sûriyeyê di 25’ê Nîsanê de ji bakurê Hamayê ber bi Îdlîbê ve operasyon dabû destpêkirin, piştî ku Tirkiyeyê di hefteyên dawîn de piştgirî da Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ-El Nusra) operasyon piçekî sekinî. Tirkiye ya ku li Îdlîbê nûnerê NATO’yê ye, Rûsyayê jî li hemberî wê li Til Rifatê li 3 herêman bendên leşkerî ava kir.

Artêşa Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji hewa û bejahiyê ve ji bakurê Hamayê ber bi deşta Gabê ve operasyon dabû destpêkirin û gelek gund û gundik ji komên di bin banê El Nusrayê de hatibûn stendin. Kefer Nebûda ya ku li ser deştê serwer e, piştî ku kete destê rejîmê, Tirkiyeyê berê ji ser çeteyan û piştre jî yekser mudaxele kir.

BERÊ JI BO KOMÊN ÇEKDAR ALÎKARÎ ŞAND

Komên çekdar ên bi navê ‘Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê’ yên girêdayî Tirkiyeyê yên ku li Efrîn, Ezaz, Bab û Cerablûsê ne, bi destûra Tirkiyeyê çûn Îdlîbê û alîkarî dan El Nusrayê. Piştgiriya komên wekî Ehrar El Şam, Şuheda Şerqiye û Ehrar El Şerqiye ya ji bo El Nusrayê, nekarî pêşveçûna Sûriye û Rûsyayê bide sekinandin. Ji ber vê jî Tirkiyeyê yekser piştgirî da komên çekdar ên li Îdlîbê.

PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO EL NUSRAYÊ

Piştî ku DYE, Îngîltere û Fransayê gotin “Hin îddîa hene ku li Îdlîbê çekên kîmyewî hatine teqandin, em lêkolînê didomînin” Tirkiyeyê piştgirî da El Nusrayê. Di sala 2017’an de jî îddîa hatibûn kirin ku li navçeya Han Şeyhûn a Îdlîbê çekên kîmyewî hatine teqandin. Piştî vê îddîayê DYE, Îngîltere û Fransayê ji Behra Spî û Îsraîlê jî ji hewayî gelek cihên rejîmê bomberdûman kiribûn.

PIŞTGIRIYA ÇEKDARÎ YA TIRKIYEYÊ YA JI EL NUSRA RE

Kefer Nebûda ya ku rejîm û Rûsyayê ew desteser kirine, piştî piştgiriya Tirkiyeyê ya çekdarî dîsa ketibû bin kontrola komên çeteyan. Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, Tirkiyeyê gelek fuze, çek û motorbisikletên eraziyê daye pêkhateyên El Nusrayê. Van koman bi motorbisikletên eraziyê bi komên biçûk êrîşî Kefernebûdayê kirin.

Li Kefernebûdayê ya ku li ser deşta Gabê ye, di şerê kolanan de hêz ketibûn nav hev û balefiran tu der bomberdûman nekirin û gelek leşkerên rejîmê û leşkerên Rûsyayê yên bi pere di şer de miribûn. Piştî şerê hefteyekê, du roj berê Kefernebûda dîsa kete bin kontrola rejîm û Rûsyayê.

RÛSYAYÊ LI TIL RIFATÊ 3 BENDÊN LEŞKERÎ AVA KIRN

Piştî vê pêngava Tirkiyeyê, Rûsyayê jî li Til Rifatê pêngavek kir.Tirkiye ya ku ji bo Til Rifatê bi Rûsyayê re hevdîtinan dike û bi piştgiriya xwe ya ji bo El Nusrayê re operasyonê derengî dixîne,Rûsyayê jî li Til Rifatê 3 bendên leşkerî ava kir.

RÛSYAYÊ HEJMARA LEŞKERAN ZÊDE KIR

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên leşkerî hatine wergirtin, Rûsya ya ku li Til Rifatê bi rejîmê re jî hevdîtinan dike, dudu jê li Til Rifatê û ya din jî li derveyî navçeyê bendên leşkerî ava kir. Li benda herêma Keşt Seharê ya ku leşkerên wê hene jî, hejmara leşkerên xwe zêde kir.

GAVA DU ALÎ YA RÛSYAYÊ

Nayê zanîn ku Rûsyayê ev gav weke gefekê li dijî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo El Nûsra avêtiye, ya jî li dijî êrîşa gengaz a komên ser bi Tirkiyeyê ya li dijî Til Rifatê ve avêtiye. Lê belê beriya dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, li gundê Kefercanê yê Efrînê nuqteya çavdêriyê ya Rûsyayê hebû. Di şevekê de ew nuqte vala kir û bi vî rengî rê li ber dagirkeriyê vekir.

BOMBERDÛMANA GIRAN A JI HEWAYÊ

Li bakurê Hamayê û bakurê rojhilatê Lazkiyeyê, di navbera komên çekdar û hêzên Rûsya û rejîmê de şer didome. Rojên dawî rejîmê û Rûsyayê bomberdûmaneke giran ji hewayê li herêmê kirin. Leşkerên bi pere şer dikin ên Rûsyayê û Hêzên Piling ên bi fermandariya Suheyl Hasan ê nêzî Rûsyayê yê li nava artêşa Sûriyeyê, di operasyonê de li bejahiya Hamayê li dijî El Nûsra û Ceyş El Îzze, li bejahiya Cisr El Şuxur jî li dijî Partiya Îslam a Turkîstan û Hurras El Dîn şer dikin.

JI HER DU ALIYAN GELEK KES MIRIN

Tê gotin, di şerê meha dawî de ji rejîmê û Rûsyayê herî kêm 200 leşker hatine kuştin. Ji El Nûsra û komên ser bi wê jî herî kêm 300 kes mirin. Saziyên nêzî komên çekdar jî diyar kirin ku di nava mehekê de li herêmê di şer de 568 sivîl mirine.

ÎRAN HÎN JÎ TEVLÎ OPERASYONÊ NEHATIYE KIRIN

Di vê navberê de Rûsyayê hîn jî destûr nedaye ku hêzên Îranê tevlî operasyonê bibin, ku ji bo DYE û hêzên rojavayî nebe sedema destwerdana li operasyonê. Hêzên Îranê yên li Helebê û derdora wê bi cih bûne, car carna li herêma rojAvayê bajêr li dijî komên ser bi El Nûsra şer dike.

KARÊ SEREKE YÊ REJÎMÊ Û RÛSYAYÊ

Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku bi baldarî operasyonê didomînin, tê gotin ku destpêkê dixwazin Baregeha Hmeymîmê ewle bikin û rêyên bejahî yên M4 û M5 kontrol bikin.

Her du rê bajarên Heleb, Îdlib, Lazkiye, Hama û Şamê bi hev ve girê didin, lewma kontrolkirina van rêyan wê ji bo bazirganî, sewqiyata leşkerî û lojîstîkê avantajê bide rejîmê, di heman demê de wê yek ji çavkaniyên girîng ên hatine yên çeteyan tine bike.

Eger operasyon bidome, wê karê destpêkê yê rejîmê û Sûriyeyê kontrolkirina navçeyên Maret Numan, Serakîb û Han Şeyhun be ku li ser rêyên navneteweyî yên M4 û M5 in. Kontrolkirina van navçeyan wê were wateya kontrolkirina 25 ji sedî yê Îdlibê.