ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Encamên teqîna Qamişlo giran dibe
Di êrîşa bombeyi ya li bajarê Qamişlo ya Rojava pêk hat de, bi kêmanî 6 sivîl şehîd bûn, 21 jî birîndar bûn. -
HRE: Li Şerayê 5 çete hatin kuştin
HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyên tolhildanê yên li navçeya Şera ya Efrînê de 5 çete hatin kuştin. -
QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand
QSD’ê ecamên çalakiyên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir. -
Bi wesayîta bombeyî êrîşî Qamişlo kir: 3 kes mirin
Di êrîşa bi wesayîteke bombeyî ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat de, bi kêmanî 3 kes mirin. -
Dewleta Tirk gundên Asûriyan bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Rihaniyê, Reîşdiyê û Menax ên Asûrî yên li Tir Temirê dijîn bombe kir. Hemwext li Qamişloyê jî teqînek pêk hat. -
Li Qamişlo teqînek pêk hat
Li Çerxerêya Sonni ya Qamişloyê teqînek pêk hat. -
Li Şehbayê ji bo 5 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Li Kampa Berxwedanê bi sedan gelê Efrînê kom bûn û ji bo 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek li dar xistin. -
Careke din kevir li serê dagirkeran bariya
Konvoya leşkerên Rûs-Tirk li rojavayê Dirbêsiyê geriya. Şêniyên Rojava careke din kevir li wan barandin. -
Gundên Til Temirê tên bombekirin, li Serêkaniyê kesek hate revandin
Dewleta Tirk a dagirker êrîşî gelek gundên Til Temir dike. Li Serêkaniyê jî ciwanek hate revandin û êşkence lê hate kirin. -
Çeteyên dewleta Tirk li Helebê zarokek kuştin
Li taxên Helebê yên ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve tên kontrolkirin, ji ber topbarana çeteyên dewleta Tirk zarokekî jiyana xwe ji dest da. -
Gelê Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir
Bi sedan ji gelê Efrînê ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn şermezar bikin meşeke girseyî li navçeya Til Rifet li dar xistin. -
Li Şedadê ji bo 8 şehîdan merasîm hate lidarxistin
Li Goristana Şedadê ji bo 9 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê û Pêngava Tebqayê de şehîd bûbûn, merasîmek hate lidarxistin. -
Kongreya Îslamî ya Sûriyeyê Meclîsa Îslamî ya Sûriyeyê protesto kir
Kongreya Îslamî ya Sûriyeyê bal kişand ser fetwayên Meclîsa Îslamî ya Sûriyeyê û diyar kir ku ev meclîs dînê Îslamê û gelên Bakurê Sûriyeyê temsîl nake. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê êrîşên dewleta Tirk bibin belge
Hiqûqnasên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi koordînekirina Meclîsa Edaletê wê sûcên şer ên dewleta Tirk bikin belge. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê 2 leşkerên Sûriyeyê kuştin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Tirwaziyê ya Girê Spî 2 leşkerên Sûriyeyê revand û piştre li ser rêya M4 ew kuştin. -
Bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê hate eşkerekirin
QSD’ê bîlançoya roja 32’emîn a Berxwedana Rûmetê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên Qizalî û Mişêrfa kirine û dagirkeran li vê derê derbeke giran xwarine. -
Li Silûk û Ezazê teqîn, êrîşî Til Temirê tê kirin
Li Silûka Girê Spî ya ku dewleta Tirk a dagirker êrîş kiribû, li nêzî firinekê teqînek pêk hat. Hate diyarkirin ku gelek kes mirine û birîndar bûne. Di heman demê de êrîşî gundên Til Temirê jî hate kirin. -
HRE: Li Ezazê serçeteyek hate kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) diyar kir ku hêzên wan li Ezazê çalakiyek li dar xistine ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. HRE’yê diyar kir ku serçeteyekî Firqet El Şimal ê girêdayî Tirkiyeyê hatiye kuştin. -
Darên zeytûnan ên gundên Zirganê bêxwedî ma
Ji ber êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a dagirker erdên li gundên Zirganê bêxwedî man. Baxçeyên zeytûnan jî hatin berdan. -
Li dijî Til Temirê êrişeke giran heye
Dewleta Tirk a dagirker êrişeke giran li gundê Dilara û gundikên wê yên Til Temirê dike. -
Til Temir hate bombekirin, li Zirganê mayina dagirkeran teqiya
Rejîma Tirk a dagirker bombe li çar gundên Til Temirê barand. Ji bo gundekî jî sewqiyata çekên giran kir. Li navçeya Zirganê ya Serêkaniyê ji ber teqîna mayineke dagirkeran du leşkerên rejîma Sûriyeyê birîndar bûn. -
MÎT hewl dide li Rojava 'Kembera Tirkan' ava bike
MÎT û Îdareya Koçê dixwazin malbatên çeteyan ên ji komarên Tirkî anîne, li xeta ji 5 kîlometreyî ya li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bikin û bi vî rengî 'Kembera Tirkan' ava bikin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê li Reqayê spartin axê
Bi tevlîbûna bi sedan kesî cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikûmiya ya gundewarê bakurê Reqayê spartin axê. -
Balafirên keşfê bombe li gundê Qasimiyê ya Til Temir dibarîne
Balafirên keşfê yên artêşa Tirk bombe li gundê Qasimiyê ya Til Temir dibarîne. -
Xwepêşandanên gel ên li Ewropa li dijî dagirkariya Tirk didomin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Frankfûrt, Stûttgart û Kîel ên Elmanyayê û Paytexta Fransa Parîsê hatin ba hev êrîşên qirker û dagirker ên Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyey protesto kirin.