Kongreya Îslamî ya Sûriyeyê Meclîsa Îslamî ya Sûriyeyê protesto kir

Kongreya Îslamî ya Sûriyeyê bal kişand ser fetwayên Meclîsa Îslamî ya Sûriyeyê û diyar kir ku ev meclîs dînê Îslamê û gelên Bakurê Sûriyeyê temsîl nake.

Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakurû Rojhilatê Sûriyê û şermezarkirina fitweyên Meclisa Îslamî ya Sûriyeyê meşek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Di meşê de pankartên bi nivîsên"Îslam ola rehmê û aşîtiyê ye", “Dagirkirina Tirkiyeyê dagirkirina kuştin û wêrankirinê ye" her wiha pankarên bi nivîsa şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêneyên şehîdên êrîşên dewleta Tirk û bikarîna çekên qedexekirî, hatin vekirin.

Meş ji pêşiya parka Şehîd Helebça ya li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana QSD`ê, YPJ/YPG`ê û şermezarkirina serokê AKP`ê Erdogan hatin berzkirin.

Meş li pêşiya navenda Komseriya NY`yê ya karûbarên koçberan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk daxuyaniyek der barê fitweyên ku kuştina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helal dike, da. Daxuyanî ji aliyê Meleyê bi navê Mihemed Qadirî ve hate xwendin.

Daxuyaniya Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk wiha ye:

"Komên Îxwan El-Muslimîn ên ku êrişên dewleta Tirk, komên terorîstan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa dikin û parêzvanên xak, rûmetê mal û milkên bi fitweyên xwe qetil dikin, gelo DAIŞ ji we terortîstir e?

Ma hîn hûn çi ji kurdan dixwazin? Kurd bi fitiwên we yên zalimane yên dûrî rihê ol û aqilê îslamê ne rû bi rû dimînin, hûn Kurdan wekî kafir û êrişkar dibîn? Lê belê ew şervanên parastina xak û rûmeta xwe ji dijminan dikin.

Nizanim, gelo baweriya we heye ku rojekê ji rojan xwedê hesabê fitiwên we yên qetilkirina mirovan, koçberkirina bêgunehan ji mal û warên, ji we bixwaze? Binêrin rojekê kesê tê qetilkirin wê ji xwedayê dilovan re bibêje, Tirkan ew bi fitiwên xwe yên ku dînê te yê dilovan veguheradin dînê terorîstî qetilkirin.

Lê em ji Bakurê Sûriyê radigihînin ku hun nûnertiya îslamê nakin, lê belê dengê îslama rastîn ji Kongreya Civaka Îslamî ya Demokratîk e, dema ku pêxemberê umetê ji tevahiya pêkhateyan ol û netew dane xulixandin, em ê bimîn mirovên parêzvanên jiyana hevbeş, di welat de em wekhev dijîn.

Em ji berxwedêrên parêzvanên rûmet û xakê re dibêjin sebir bikin, serkeftin para sebirkêşan e.”

Mîtîng bi dirûşmeyên banga hevgirtinê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker bidawî bû.