Li Şehbayê ji bo 5 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Li Kampa Berxwedanê bi sedan gelê Efrînê kom bûn û ji bo 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîmek li dar xistin.

Li Kampa Berxwedanê ji bo 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê merasîm hate lidarxistin. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şaziya Îbrahîm (Dayika Elî) û li ser navê Rêveberiya Kongra Star Hedîye Yûsûd axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di axaftinan de hate gotin ku “Dijmin çawa li Kobanê têk çû be jî, di dagirkirina Efrînê de hêz stend û ji ber wê êrîşî Serêkaniyê kir. Şehîdan li ber xwe dan û diyar kirine ku ew dijmin natirsin û bi paş ve gav neavêtin.”

Piştî merasîmê wesîqeya şehîdan ji aliyê Endamên Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk Mihemed Ebdo û Nîroz Ebdo hate xwendin.”