ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk a dagirker çete û çekên giran sewqî herêmê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çekên giran û çeteyan sewqî xeta Zîrgan û navbera Serêkaniyê û Til Temirê de dike. -
‘Divê dewleta Tirk ji xakên me derbikeve’
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk didome, balkişiand li ser hevkariya Tirkiyê ya bi DAÎŞ’ê re û bang li hêzên navnetewî û dewleta Sûriyeyê kir. -
Di çalakiyên tolhildanê de dagirkerek hate kuştin
HRE’yê diyar kir çeteyekî ku wergêrî ji leşkerên artêşa Tirk re dikir, li Raiyê di çalakiyeke sabotajê de hatiye kuştin. -
Li Hesekê motorsiklêteke bombe barkirî hate bêbandorkirin
Li bajarê Hesekê ya Rajava motorsiklêteke bombe barkirî hate tesbîtkirin û bê bandorkirin. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Li Dêrikê 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet û tevlîbûna hezaran kesî li Goristan Şehîd Xebat Dêrik spatin axê. -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin
Li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna sedan kesî cenazeyê 2 şehîdên Berxwedana Rûmetê û şehîdekî yê teqîna Qamişlo bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan hatin veşartin. -
Odeya Bazirganan a Hesekê: Em berhemên Tirkiyeyê boykot dikin
Odeya Bazirganan a Hesekê ragihand ku li dijî êrîşên dagirkeriyê berhemên Tirkiyeyê boykot dikin. -
Li Bab’ê 17 çete hatin kuştin
Li Bab’ê ku dibin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye li wesayîta polîsan hate xistin. Li gorî agahiyên destpêkê 17 çete hatin kuştin. -
QSD’ê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer û berxwedana 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser deverên derveyî peymanê didome. -
Rejîma Tirk gundên Şerayê bombe dikin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şera ya Efrînê didin ber topan. -
Dewleta Tirk êrîşî gundeke yê Girê Spî kir
Artêşa Tirk a dagirker êrîşî gundekî yê Herêma Girê Spî ya Rojava kir. -
QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand
QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên 24 saetên dawî ragihand. QSD’ê ragihan ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser deverên derveyî peymanê didomînin. -
Dagirkeran 16 sivîl revandin
Artêşa Tirk û çeteyên wê DAÎŞ/El Nûsra li gundê Êrîşa ya Til Temir duh jî 16 sivîl revandin. -
Dagirker bombeyan li gundê Til Menaxê dibarînin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wan bombeyan li gundê Til Menax ê Til Temirê dibarînin. -
Oldarê Suryanî: Xiristiyan jî di hedefa Erdogan de ne
Oldarê Suryanî El Eb Mixayil got, dewleta Tirk êrişî gelan hemûyan dike û destnîşan kir ku wê dagirkeriyê qebûl nekin. -
Êzidiyên gundê Lizgê bi biryar in vegerin warê xwe
Êzidiyên gundê Lizgê yê navçeya Zirganê ya Serêkaniyê, ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk koçber bûn bi biryar in ku li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin û vegerin warê xwe. -
Osê: Temînata navneteweyî divê
Li gorî Alîkara Hevserokên Rêveberiya Xweser Osê, eger wê 'herêmeke ewle' bê avakirin jî divê dewleta Tirk di nav de nebe, divê di kontrola hêzeke navneteweyî de be, qada hewayî bê qedexekirin û di asta navneteweyî de temînatê bidin gel. -
Xidro: Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin
Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Cîhan Xidro got, "Eger pêwîst bike em ê hemû rahêjin çekê, lê belê dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin. Em ê bi ruhê Hevrîn Xelef li ber xwe bidin." -
‘Nêzîkatiya me ya ji bo diyalog û çareseriyê zelal e’
Rêveberiya Xweser anî ziman ku ji destpêkê ve helwest û nêzîkatiya wan a di warê çareseriyê ya ji bo krîza Sûriyeyê ya bi rêya diyalogê ye, diyar kir ku amadene bi hikûmeta Şamê re diyalogê bikin û li bende ne ku Şam gavên di pratîkê de bavêjine.” -
Li Hesekê cenazeyê 6 şehîdên ‘Berxwedana Rûmetê’ hatin veşartin
Welatiyên Hesekê cenazeyê 6 şehîdên ‘Berxwedana Rûmetê’ li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê şervanê QSD'ê Kawa li Kobanê hate veşartin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervanê QSD’ê Edhem Bozan (Kawa Girê Spî) bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dîcle veşartin. -
Bi hezaran kes li Şehbayê li dijî dagirkeriyê daketin qadan
Bi hezaran kesên li bajarê Şehba yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê protesto kirin. -
Êrîşî gundên Asûr û Siryanan tê kirin
Êrîşên li ser gundên Asûr û Siryanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. -
QSD: Di 24 saetan de êrîşên bejahî û esmanî dewam kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk di 24 saetên dawî de jî dewam kir û got: “Artêşa Tirk ketiye nava hewldanên berfirehkirina qadên dagir kirî.” -
Dewleta Tirk li Efrînê 6 sivîlên din revand
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê 5 jê jin 6 kesên sivîl revand.