QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand

QSD’ê ecamên çalakiyên şervanên QSD’ê yên di çarçoveya parastina rewa û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê encamên 24 saetên dawî ragihand.

QSD’ê ragihand ku bi kêmanî 2 çete hatine kuştin.

QSD’ê ev agahî da:Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên berfirehkirina dagirkeriyê didomîne.

ENIYA EBÛ RASÊN
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir şer û çeken giran êrîşê gundê Um Se’êfa kirin.

ENIYA TIL TEMIR
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran, balafirên şer û keşifê êrîşê gundê Rêhaniyê kirin. Di encamê bersivdana dagirkeran da şer qewimî, lê bele encam ne hat zelalkirin.

ENIYA EYN ÎSA
Li derderoa rêya M4 a navnetewî, li gundên Tirwaziyê û Ebû Sîra artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çeken giran û balafirên şer êrîşên xwe yên berfireh kirina dagirkeriyê didomînin. Di encama bersivdana hêzên me de şer qewimîn, lê belê encam nehat zelalkirin.

Di encama bersivdana hêzên me de li dijî êrîşên dagirkeriyê bi giştî 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Her wiha hevalek me bi lehengî şer kir û şehîd ket, 9 hevalên me jî birîndar bûn.”