Li Şedadê ji bo 8 şehîdan merasîm hate lidarxistin

Li Goristana Şedadê ji bo 9 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê û Pêngava Tebqayê de şehîd bûbûn, merasîmek hate lidarxistin.

Ji bo şehîdên QSD`ê yên Berxwedana Rûmetê Mecid El-Dexîl (Baran Şedadê), Bîlal El-Ukêz (Hesen Hesekê), Elî El-Mixlif (Egîd Hesekê), Nadir El-Hesen (Fehid Şedadê), Taha El-Hesen û Şehîdên QSD`ê yên Hemleya Tebqayê Yezen Mihemed (Ceafer), Hanî El-Ewad (Cîhad) û Remedan El-Ferec (Rênas ) merasîmeke xiyabî li Goristana Şehîdan a Şedadê hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin

Li ser navê Meclîsa Leşkerîy a Şedadê fermandar Elî Şedadê axivî û got “Sûriye kanî ye û dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin dagir bikin, lê bi saya fedakariya şehîdên rûmetê em rê nadin dagirkerî derbasî xaka Sûriyê bibe.”

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan jî Nacî Nicûm axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û rola şehîdan a di parastina welat ji dagirkeran re destnîşan kir.

Paşê endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehre El-Ehmed wesîqeyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.