ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Dagirkeran êrişî gundên Eyn Îsa û rêya M4 kirin
Dewleta Tirk a dagirker êrişî rêya M4 a navbera Kobanê û Eyn Îsa û gundên herêma Eyn Îsayê kirin. -
Partiya Suryanî: Qirkirina 1915'an tê dubarekirin
Serokê Şaxê Hesekê yê Partiya Yekîtiya Suryanî Gabrîel Şamo diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk gelek Suryanî û Ermen neçar man koç bikin. Şamo destnîşan kir ku qirkirina 1915'an tê dubarekirin. -
Li Mesûdiyeyê wesayiteke dagirkerên dewleta Tirk hate rûxandin
Li gundê Mesûdiye ku li başûrê rojava yê Girê Spî ye, şervanên QSD'ê bersiv dan êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û wesayiteke leşkerî rûxandin. -
Dewriyeya hevpar a Tirk û Rûs dan ber keviran
Şêniyên Rojava dewriyeya hevpar a polîsên leşkerî yên Rûs û artêşa Tirk a dagirker dan ber keviran. -
Bi sed hezaran mirov ji êrişên dagirkeriyê koçber bûn
Ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sed hezaran kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê 159 hezar 721 kesî koçî wîlayetên Hesekê û Reqayê kirin. -
Mamosteyên Dirbesiyê: Êrîş li pêşiya perwerdeyê asteng e
Mamosteyên ji Dirbesiyê diyar kirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê xwendekarên wan mexdûr in û gotin, li pêşiya perwerdeyê dagirkerî dibe asteng. -
'Erdogan nikare Kurdan biqedîne'
Emîra Xidir ku dayika du şehîdan e diyar kir ku ew bi zarokên xwe serbilind e û got, "Em Kurd in. Bila Erdogan nebêje ku wî Kurd qedandiye. Nikare me biqedîne û tiştên kiriye jî wê jê re nemîne." -
Li Minbicê şerê dijwar diqewimin
Li bejahiya gundên Ereb Hesen, El-Dendeniye, Um Cilud û Um Edese yên dikevin bakurê rojavayê Mibicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic û çeteyên artêşa Tirk de şerên giran rû didin. -
QSD’ê serçeteyê bi navê Îsmaîl Zaîm girt
QSD’ê ragihand ku yekîneyên wan ên Ewlekariyê 6’ê Mijdarê di encama operasyonek taybet de serçeteyê Ceyş el Îslam ê bi navê Îsmaîl Zaîm girtine. -
Li Raiyê di dema derbasbûna wesayîta çeteyan de teqînek pêk hat
Li Raî ya ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de ye, di dema derbasbûna wesayîteke ya çeteyan de teqînek pêk hat. -
Şervanên QSD’ê êrîşa li Şergiratê vala derxist
Şervanên QSD’ê êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Şelgirat a Eyn Îsa vala derxist. -
Êrîşa li ser 3 gundên Eyn Îsa hate têkbirin
Êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya bi çekên giran ji sê baskan ve ya li ser gundê ÇElebiyê, Dibis Xirbit Keremêye yên girêdayî Eyn Îsa, ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate têkbirin. -
Li Til Hemîsê 17 şehîdên QSD’ê hatin bibîranîn
Ji bo 17 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî dagirkeriya Tirk de şehîd bûne, merasîmek ya bîranînê hate lidarxisin. -
Dewleta Tirk dixwaze rêya M4 têxe destê xwe
Dewleta Tirk a dagirker dixwaze rêya M4 a di navbera Kobanê û Eyn Îsayê têxe destê xwe. -
Ji bo 8 şervanan merasîm: Roj roja rûmetê ye!
Ji bo 8 şervanên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, merasîmek hate kirin. Malbatên di merasîmê de axivîn gotin: “Roj roja rûmetê ye; em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.” -
Şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmeke heybet veşartin
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên 7 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, bi merasîmeke heybet veşartin. -
TEV-DEM: Bi desteka NATO û NY’yê qirkirin tê kirin
TEV-DEM bal kişand dewleta Tirk di êrîşên xwe yên dagirker û qirker de desteka NATO û NY’yê digire. TEV-DEM’ê got: “Carekî din berdêlê bê xwestin em amade ne bidin û gav bi şûnde navêjin.” -
QSD: Êriş didomin, herî kêm 20 dagirker hatin kuştin
QSD'ê ragihand ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk didomin û di encama bersiva şervanên wan de herî kêm 20 dagirker hatin kuştin. Di şer û bombardûmanê de 15 şervanên QSD'ê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Eyn Îsayê şerekî giran diqewime
Li Eyn Îsayê di navbera dagirkeran û şervanên QSD'ê de şerekî giran diqewime. -
Balafirên şer ên Tirk ên bêmirov gundekî Zirganê bombe kirin
Balafirên şer ên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî bajarokê Zirganê yê Serêkaniyê barandin. -
Mamosteyên Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Mamosteyên Efrînê yên li herêma Şehbayê êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Rojava şermezar kirin. -
Dagirker gundê Kasimiyeyê bomberdûman dikin
Dagirker bi obus û hawanan li gundê Kasimiyeyê didin. -
'Em dixwazin êrîşên li dijî Rojava ji dinyayê re ragihînin'
Endamên saziya tenduristiyê ya sivîl Dewriyeyên Bûrma ya Azad (Free Bûrma Rangers) ku bûn hedefa êrîş û bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê, gotin ku ew dixwazin êrîşên li dijî Rojava tên kirin ji dinyayê re ragihînin. -
Şervanên QSD'ê: Em naxwazin dagirker li xaka me bin
Şervanên QSD'ê yên li eniya Eyn Îsayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin gotin, "Li dijî dagirkeran em ê ji mafê xwe yê parastina rewa tawîzê nedin." -
Li gundê Bîr Îsa şerekî giran heye
Li gundê Bîr Îsa yê dikeve rojhilatê Eyn Îsa di navber şervanên QSD’ê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî giran heye.