Gelê Efrînê dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kir

Bi sedan ji gelê Efrînê ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn şermezar bikin meşeke girseyî li navçeya Til Rifet li dar xistin.

Bi sedan şêniyên Efrînê, ji destpêka navçeya Til Rifetê ber bi dawiya navçeyê ve meşiyan.

Bi dirûşmeya “Ji faşîzm û dagirkeriya Erdogan re na”, “Ji Erdoganê xwînxwar re na”, “Berxwedana Rojava, berxwedana mirovatiyê ye, biparêze” ber bi dawiya navçeyê ve meşiyan.

Li dawiya navçeyê piştî deqeyek rêzgirtin li ser ruhê jangoriyên azadiyê daxuyanî bi navê koçberên Efrînê ji aliyê endama Meclîsa Til Rifeet Emîne Ehmed bi zimanê Erebî hate xwendin. Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Efrînê hate şermezarkirin.

Piştî wê bi navê rêveberiya Kantona Efrînê Şaziye Îbrahîm axivî û got: “Em ji alema navneteweyî re dibêjin ti kes wê nikaribe vîna gelê Kurd bişkîne, vîna gelê ku li ber xwe dide û evîndarê azadiyê û Efrînê ye. Ji ber wê jî em ji wan û serokê çeteyên Erdogan re dibêjin dema miletê Efrînî ji Efrînê derket û hate Til Rifetê ti kes ji miletê Til Rifetê li navçeyê de tinebû lê niha bi navê artêşa azad bang dikin û dibêjin bila Til Rifet vala bikin ji bo ku berî ku zivistan bê em vegerin mala xwe.”

Di dawiyê de jî li ser navê xwendekarên Efrînê daxuyaniyek hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hemû kesên welatparêz,  em dixwazin ku hemû gel li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ti carî bêdeng nemînin. Yên ku li ser hemû gelan siyaseta xwe ya qirêj ferz dikin û ew zêdetirî 8 sal in ku şer û rikberî li ser Sûriyeyê dikin lê li hemberî wê jî hemû dewletên cîhanê xwe ker û lal dikin. Bêdengiya wan tenê tiştekî nîşan dide ku bi planekî ji nû ve dixwazin perçekirinekê çêbikin, her wiha ev dagirkeriya ku bi destê çeteyên bi navê artêşa azad ya ku dibêjin em îslamin lê ji îslamiyetê dûr in, siyaseta dewleta Tirk a ku dixwaze gelan bi taybetî gelê Kurd ji holê rake bide meşandin.”