HRE: Li Şerayê 5 çete hatin kuştin

HRE’yê diyar kir ku di encama çalakiyên tolhildanê yên li navçeya Şera ya Efrînê de 5 çete hatin kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên şervanên wan ên tolhildanê 10’ê Mijdarê li Şerayê bi kêmanî 5 çete hatine kuştin.

HRE’yê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Hêzên me di çarçoveya çalakiyên tolhildanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrîn çalakiyeke bi bandor lidar xistin.

10`ê Mijdarê hêzên me li gundê Enabkê ya bi ser navçeya Şera li dijî kombûnek û çeperekî çeteyên artêşa Tirk a dagirker lidar xistin. Di encamê de wesayîteke bi cûreya Jeep û çeperekî çeteyan bi temamî hatin rûzxandin, 4 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Heman rojê hêzên me li gundê Merenaz ê bi ser navçeya Şera li dijî komen çete yê girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî lidar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Her wiha liv û tevgera balafirên şer û keşifê ya artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Efrîn û Şehba berdewam dikin.”