Dewleta Tirk gundên Asûriyan bombe dike
Dewleta Tirk a dagirker gundên Rihaniyê, Reîşdiyê û Menax ên Asûrî yên li Tir Temirê dijîn bombe kir. Hemwext li Qamişloyê jî teqînek pêk hat.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Rihaniyê, Reîşdiyê û Menax ên Asûrî yên li Tir Temirê dijîn bombe kir. Hemwext li Qamişloyê jî teqînek pêk hat.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dewleta Tirk li gel gundê Rihaniyê û Reşîdiyê gundikên girêdayî wê yên Asûrî ku li Til Temirê dijîn bombe kirin.
Di encama bersivdayîna Meclîsa Leşkerî ya Suryan, li herêmê şerê giran rû da.
GUNDÊ MENAX JÎ HATE BOMBEKIRIN
Li gorî seta herêmî saet 13:40’î gundê Menax ê Til Temirê jî hate bombekirin.
Li QAMIŞLO TEQÎNEK PÊK HAT
Li gorî saet herêmî saet derdorî 15:00’ê de li bajarê Qamişlo teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku teqîn li Çerxerêya Sonni pêk hat. Li ser encamên teqînê agahiyê zelal nehate girtin.