ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Êrîşa li Serêkaniyê hate tekbirin
Artêşa Tirk û çeteyên wê yên êrîş birin ser gundê Ebdulhey ê dikeve rojhilatê Serêkaniyê, bi bersivdayina şervanên QSD’ê re rû bir û ma. Di şer de 3 çete hatin kuştin. -
Şehîd Hesen li Tebqayê veşartin
Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hesen El- Ehmed ê dema li ser erka xwe bû şehîd ket, li Tebqayê bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê Hena Bidyon ê çeteyan qetilkir spartin axê
Cenazeyê bavê Keşeyê Katolîk ê Qamişlo Hosip Bidoyan Hena Bidoyan ên duh ji aliyê çeteyan ve hatin qetilkirin, spartin axê. -
Li 3 navendan dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Li Til Berak, Amûdê û Til Hemîs ên girêdayî Kantona Kobanê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatin protestokirin. -
Li Ezazê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Li Ezaz a di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ye teqînek pêk hat. -
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî dagirkeriyê meşiyan
Bi sedan welatiyên Şehba û Efrîn ên li gund û navçeyên Şehba bi cih bûne, bi meşeke giseyî dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê şemezarkirin. -
Şehîd Zagros û Pêşeng hatin veşartin
Cenazeyên şehîdên Berxwedana Rûmetê Tacedîn Terbûş (Zagros Kobanê) û Berzan Hemo (Pêşeng) li Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê yê Dirbêsiyê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. -
Dewleta Tirk a dagirker Til Rifat û Til Temir bomberdûman kirin
Dewleta Tirk a dagirker li herêma Şehbayê navçeya Til Rifat û Til Temirê bomberdûman kirin. -
Dêrikê şehîdên Berxwedana Rûmetê bi merasîmekê spartin axê
Bi hezeran şêniyên Dêrikê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmekê spartin axê. -
Di êrîşa li Kobanê de 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
Piştî gulereşandina li ser xelkê Kobanê yên ku konvoya hevpar a Tirk-Rûs protesto dikirin û şûnde 2 jê rojnamevan 8 kes birîndar bûn. -
Li du gundên Til Temirê şer diqewime
Li gundên Qasimiye û Reşîdiye yên Til Temirê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker şerekî giran diqewime. -
Konvoya dagirkeran êriş bir ser şêniyên Kobanê
Ji konvoya dewriyeya hevpar a leşkerên Tirk û Rûs fîşek li şêniyên Kobanê hate barandin ku dihatin şermezarkirin. Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene. -
Li Til Temirê nûçegihanê Ronahî TV birîndar bû
Li gundê Um El Kêf ê Til Temirê ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker nûçegihanê Ronahî TV Dilya Cizîrî birîndar bû. -
Li Hesekê motorsîkleteke bombebarkirî hate bêbandorkirin
Piştî êrişa wesayitên bombebarkirî ya li bajarê Qamişlo yê Rojava, li Hesekê jî motorsîkleteke bombebarkirî hate tespîtkirin û hate bêbandorkirin. -
Şêniyên Kobanê careke din kevir li dagirkeran barandin
Şêniyên Kobanê kevir li konvoya hevpar a Rûs û dewleta Tirk a dagirker barandin. -
Dagirker êrişeke giran dibin ser gundên Til Temirê
Hêzên dagirker ên Tirk bombeyan li gundên Reyhaniye û Menax ên Til Temirê dibarînin. Li gelek deveran şer diqewime. -
Dewleta Tirk a dagirker bombeyan li gundên Til Temirê dibarîne
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombeyan li gundên Til Temirê dibarînin. Li herêmê şerekî dijwar diqewime. -
Li Qamişloyê di êrişê de rojnamevanekê jî jiyana xwe ji dest da
Yek ji kesên li Qamişloyê di êrişê de jiyana xwe ji dest dan endama Buroya Çapemeniyê ya Şaredariya Qamişloyê rojnamevan Zozan Ebdilqadir û endamê Komîteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê Xalid Mihemed in. -
Şer li gundê Mesûdiyê giran e
Dewleta Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Mesûdiyê ya li ser rêya M4 a navneteweyî dike. Li gund şer giran e. -
Nasnameya 15 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin
QSD`ê nasnameya 15 şervanên QSD û YJP’ê yên li ciih û dîrokên cuda ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, eşkere kirin. -
Hejmara birîndarên teqîna Qamişlo gihişte 42’an
Di teqîna li bajarê Qamişlo ya li ser rêya herî qelebalix pêk hat de, 6 sivîl şehîd bûn û 42 jî birîndar bûn. -
Li Kobanê şehîdên Berxwedana Rûmetê spartin axê
Bi sedan şêniyên Kantona Kobanê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê yên di bersivdana êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûne, li Gorsitana Şehîd Dîcle bi merasîmekê spartin axê. -
Caggîns: Hevkariya me ya bi QSD’ê re didome
Berdevkê Koalîsyonê ya li Dijî DAÎŞ’ê Albay Myles Caggîns, ragihand ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevkariya wan a bi QSD’ê re didome, di derbarê endamên komên li gel Tirkiyeyê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin de, agahiyan berhev dikin. -
Bi obusan li gundên Şelgiratê tê dayîn
Artêşa Tirk û çeteyên wê bi obusan li gundê Şerqê û Sawama ya Şelgiratê didin. -
Bav û keşeyê Ermenî yê Qamişlo hatin qetilkirin
Keşeyê Dêra Katolîk a Ermenî ya Qamişlo Hovsep Petoyan û bavê wî Abraham Petoyan li ser rêya Dêra zorê hatin qetilkirin.