Di hilbijartina li Polonyayê de Nawrocki yê neteweperest bi ser ket

Li Polonyayê, hilbijartinên serokkomariyê yên di 26'ê Gulanê roja Yekşemê de hatin kirin, namzetê neteweperest Karol Nawrocki ku ji sedî 50,89 ê dengan stend, bi ferqeke biçûk bi ser ket.

Hilbijartinên serokkomariyê yên ku di 26'ê Gulanê de li Polonyayê pêk hatin, ji aliyê namzetê neteweperest Karol Nawrocki ve ji sedî 50,89 ê dengan bi  ferqeke biçûk, bi ser ket. Hevrikî wî şaredarê Varşovayê yê alîgirê Yekîtiya Ewropayê Rafal Trzaskowski ji sedî 49,11 ê dengan stend.

Serokkomar Andrzej Dûda bi rêya medya civakî serketiyê hilbijartinê pîroz kir û hemû welatiyên Polonya ên ku tevlî hilbijartinê bûne silav kir.

Analîst, destnîşan dikin ku serketina Nawrocki dikare planên reformê yên Serokwezîrê alîgirê Ewropayê Donald Tûsk tevlîhev bike.

Helwesta Nawrocki ya li dijî Ûkraynayê weke ku dibe sedema aloziyan a polîtîkaya derve hate şîrovekirin.

Nawrockî yê 42 salî ku kampanyayê hilbijartinê li ser esasê piştgiriya Trûmp bi rê ve bir, di axaftina xwe ya serketinê de got, 'Em ê nirxên Polonyayê û ewlekariya wê biparêzin'.