Agir bi kampa Erîşa ket

Li Kampa Erîşa ya li Başûrê Hesekê ji ber teqîna ocaxeke gazê agir bi kampê ket. Di şewatê de 30 kon şewitîn û tiştek bi kesî nehat.

Îşev li kampa Erîşa ya 30 km dikeve başûrê Hesekê, di encama teqîna ocaxa gazê de şewatek çêbû û 30 kon şewitî. Bi wê re tîmên agirkujiyê bi hevkariya niştecihên kampê şewat vemirandin.

Di encama şewatê rizarên madî û 3 rewşên bêhntengbûnê yên şêniyên kampê ku hewldan şewatê vemirînin çêbûn, lê tîma Heyva Sor a Kurd destwerdanên lezgîn kir û niha rewşa wan baş e.

Di kampa Erîşa de zêdetirî 14 hezar şênî heye, piraniya wan ji gundewarên Dêrazor û Reqayê ne. Ew şênî bi sedema ku mal û warên wan di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne û hin mal jî hatine wêrankirin nikarin vegerin û li wir bi cih bûne.

Her wiha piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 7 hezar koçberên ji kampa Mebroka ya li Serêkaniyê û kampa Eyn Îsayê di kampa Erîşa de bi cih bûn.