Çeteyan gule li welatiyên daxwaza heqê elektirîkê kirin, reşandin

Li gundê Elî Baciliyê welatiyên taxê ji ber daxwaz heqê elektirîkê kirin, çeteyên Ehrar El-Şerqiye gule li gel reşandin, 2 kes birîndar bûn. Li aliyê din jî heman koma çete 2 sivîl ji ber bac nedaye revandine.

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye li gundê Elî Baciliyê ji ber welatiyên taxekê daxwaza heqê elektirîkê kirin, gule li wan reşandin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, di encama gule reşandinê de sivîlên bi navê Îsmaîl Xelîl Henoş û biraziyê wî Yasîn Elî Henoş birînar bûn.

Çavkaniyan ragihandin li ser vê welatî ketin tevgerê û êrîşî çeteyan kirin, çekên wan ji wan girtin. Çeteyên ku çekên wan jê hatin girtin berê xwe dan nuqteya xwe ya nava bajar.

Ji ber êrîşekî muhtemel welatî jî li taxa Henoş kom bûne.

Li aliyê din çavkaniyên xwecihî ragihandin ku heman koma çete li gund ji ber nedana bacê ya serçeteyê bi navê Ebû Cîhad ciwanên Bi navê Qeyser Casim El- Sadiq û pismamê wî Xelîl Elî Sadiq destgîrkirin.

Hate ragihandin her du kesên navborî hatin destgîrkirin li nuqteya nava gund a çeteyan e û êşkence li wan hatiye kirin.