Duh DAÎŞ bû, îro Tirkiye ye

Di sala 2014’an de DAÎŞ’ê dixwest Şengal û Mexmûrê ji hev belav bike. Îro jî Tirkiye û PDK eşkere vî tiştî dikin.

Em di salvegera 6’emîn a Qetlîama Şengalê ya Fermana Êzidiyan a 74’emîn û êrîşên li ser Mexmûr û Başûrê Kurdistanê de ne. Beriya qetlîamê ligel gelek israrên KCK’ê PDK’ê red dikir ku gerîla tevlî nav parastina Başûrê Kurdistanê bibe û pê re jî rêya qirkirina li ser civaka Êzidî û Mexmûrê vekiribû. PDK îro ji dêvila ku xwerexne bike Şengal û Mexmûrê dike hedef. Ji xeynî dema ku Başûrê Kurdistanê ketibû tengasiyê, DAÎŞ ber bi Hewlêrê ve diçû pê ve PDK’ê helwesta xwe ya qet neguherandibû. Ji ber vê jî berpirsyariya vegotin û nirxandinê dikeve stûyê me rojnamegeran.

Çawa ku di salên 2014-2015’an de bi destê DAÎŞ’ê destkeftiyên Kurdistanê ketibin bin xetereyê îro jî ji ber êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk û ji ber polîtîkaya PDK’ê hemû destkefiyên Kurdistanê ketiye xetereyê.

BI DAGIRKERÎ Û HOVÎTIYA MÛSÛLÊ NAVÊ XWE DAN BIHÎSTIN

DAÎŞ’ê di 9’ê Nîsana 2013’an de avakirina xwe ragihandibû û piştre êrîşî Rojava kiribû. Naskirin û avakirina tirsê jî bi dagirkeriya Mûsûlê pêk hat. DAÎŞ di 6’ê Hezîrana 2014’an de ji bakurê rojavayê Mûsûlê kete bajêr û di 9’ê Hezîrana 2014’an de bi vekişandina artêşa Iraqê re di nava çend rojan de Mûsûl dagir kir. Bi hovîtiya xwe li cîhanê tirs da avakirin.

DAÎŞ’ê bi metodên hovane yên Serdema Navîn mirov qetil kir û ji bo reklamê ev tişt li ber kamerayan kir. DAÎŞ ji ber vê tirsa ku ava kir li Iraqê bi pêş ket. Ev zilamên cilreş û dilreş her roj gaveke din bi pêş ve çûn. Ji ber tirsê û dewletan gelên xwe neparastin DAÎŞ bi pêş ve diçû.

DAÎŞ’ê di 14’ê Hezîranê de Til Afer stend, li vê derê li dijî Tirkmenên Şîî qetlîam kir û dîmên qetlîamê weşand. Li Kerkûkê bi pêşmergeyan re şer dest pê kir, DAÎŞ’ê serê pêşmergeyên dîl jê kir û di medyayê de belav kir. Di vê pêvajoyê de DAÎŞ a ku gelek gundên li ser rêya Kerkûkê ya diçe Hewlêr û Mexmûrê, divê hesabê wê bihata kirin.

KCK: LI SER DESTKEFTIYAN XETERE HEYE

Piştî hêzên Biraderên Misilman û Cephet El Nusra yên ku li Sûriyeyê şerê wekaletê yê Tirkiyeyê dikirin, di dawiya salên 2013’an de DAÎŞ’ê li Sûriyeyê êrîşî Heleb, Serêkaniyê, Minbîc, Reqa, Kobanê û Qamişloyê êrîşî Kurdan kir. Di vê pêvajoyê û piştî wê de rayedarên KCK’ê diyar dikirin ku komên cîhadîst ji aliyê Tirkiyeyê êrîşî Şoreşa Rojava dikin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di 11’ê Hezîranê de daxuyanî dabû û gotibû, “DAÎŞ îro êrîşî xeta berxwedêr a welatparêz dike. Herî dawîn êrîşî Mûsûlê kir û ev jî diyar dike ku dixwaze êrîşî hemû destkeftiyên gelê Kurd bike û berê xwe bide Başûrê Kurdistanê” û rêveberiya Başûrê Kurdistanê û hemû raya giştî hişyar kiribû.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku destkeftiyên Kurdistanê di xetereyê de ye, gerîlayên Kurdistanê Şengal û Başûrê Kurdistanê di serî de, amade ye ku hemû Kurdistanê biparêze û ji bo ewlekariya gelê Kurdistanê her dem amade ye.

Piştî êrîşan di dawiya sala 2014’an de me hevdîtin bi rayedarên KCK’ê re kiribûn, diyar dikirin ku piştî hişyariyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Şengalê û êrîşa li ser Mûsûlê wan şandina hêzê pêşniyazî hikumeta Başûrê Kurdistanê kirine lê ev pêşniyaz her dem dihate redkirin.

LI SER MEXMÛRÊ JÎ XETEREYA DAÎŞ’Ê HEBÛ

Yek ji qadên ku xetereya DAÎŞ’ê li ser hebû, Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bû ya ku girêdayî Mûsûlê ye û 103 kîlometreyan dûrî bajêr e. Şêniyên Kampa Mexmûrê ji ber ku di salên 1993-1994’an de artêşa Tirk gundê wan şewitandibû, ji bajarên Botanê yên Bakurê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê kiribûn. Li Başûrê Kurdistanê piştî birçîbûn, tîbûn û êrîşên hêzên PDK’ê 8 cih guhertibûn, di dema Seddam de li berpalên Çiyayê Qereçoxê hatibûn bicihkirin.

Kampa Mexmûrê ya di nîveka çolê de bi kedeke mezin ava kiribûn, bûbû qadeke jiyanê û di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve statuya Kampa Penaberan wergirtibû. Ev kamp der dem di hedefa Tirkiyeyê de bû. Tirkiyeyê her dem diyar dikir ku ew dixwazin kampê belav bike, ligel ku gelek hewldanên wê çêbû jî tu encam nedihat wergirtin.

Gelê Mexmûrê dizanibû ku bi awayên cihê ew di bin hedefa Tirkiye û hevkarên wê de ne. Dagirkeriya DAÎŞ’ê ya li ser Mûsûlê û pêşveçûna wê gelê Mexmûrê jî dixist nav fikaran.

Dema ku DAÎŞ bi pêş ve çûbû artêşa Iraqê ji Mexmûrê vekişiyabû,bi tenê pêşmerge mabû. DAÎŞ’ê di 10’ê Hezîranê de 32 şifêrên TIR’an dîl girtibû û di 3’ê Tîrmeha 2014’an de ew berdabû. Dema ku em rojnameger ji bo pêşwazîkirina şifêran çûbûn wir, me dîtibû ku em bi rêwîtiya wesayîtê bi qasî 20 deqîqeyan dûrî qadên DAÎŞ’ê ne.

GELÊ MEXMÛRÊ LI DIJÎ DAÎŞ’Ê BI AWAYEKÎ VEŞARTÎ ÇEK HILDA

Şêniyên Mexmûrê ji PDK’ê re qala fikarên xwe dikirin, çek dixwestin lê bersiva PDK’ê ‘Ne hewce ye, em ê we biparêzin’ bû. Gelê Mexmûrê bi tecrubeyên bi êş polîtîk bûbû û bi qasî ku ji PDK’ê bawer nebin, ew nas kiribûn.

Dema Şoreşa Rojava dest pê kir, hin ciwan ji Mexmûrê tevlî şoreşê bûn û li dijî DAÎŞ’ê şer kirin. Piştî dagirkeriya Mûsûlê hin ciwan vegeriyan kampê. Ji ber ku PDK’ê di têketina kampê de destûr nedida ku çek were derbaskirin, gelê Mexmûrê bi hewldanên şexsî bi rêyên qaçax hin çek xistibû kampê lê ev çekên ferdî gelekî kêm bûn.

Ciwanên di Şoreşa Rojava de tecrube stendibûn û çar gerîlayên HPG’ê yên ji bo li dijî DAÎŞ’ê parastinê rêxistin bikin, li Mexmûrê tabûrên parastinê rêxistin kirin. Li derdora kampê û Çiyayê Qereçoxê çeper çêkirin.

JI HEVALAN RE BIBÊJIN EM LI VIR IN

DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxê de êrîşî Şengalê kir. Beriya wê jî gav bi gav nêz bûbû. Bi topan li Şengalê da, hêzên PDK’ê hin çeteyên DAÎŞ’ê yên ji bo keşfê girt. Qirkirina Êzidiyan a 74’emîn bi eşkere pêk dihat. Di sibeha 3’ê Tebaxê de nûçeyên îxanet, berxwedan û qetlîamê dihat.

Gelê Mexmûrê li ser agiran bû. Gelek ciwanên kampê dixwest biçe Şengalê û deng bide hewara Êzidiyan. Li kampê rewşeke aloz û hestiyar hebû.

PDK a ku diyar dikir wê Şengalê biparêze, dema ku êrîşan dest pê kir, hêza xwe ya ji 17 hezar kesan pêk dihat vekişand, rêya qirkirina li ser Êzidiyan vekir. Hin gundan bi derfetên xwe li dijî DAÎŞ’ê li ber xwe didan, piştî ku KCK’ê ji bo bang li Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kiribû ku ew gerîlayan bişînin lê bersiveke neyînî wergirtibû, 9 gerîlayên ku KCK’ê bi dizî şandibû Şengalê li ber xwe didan. 12 gerîla hatibûn şandin, 3 gerîla ji aliyê PDK’ê hatibûn girtin û bi tenê 9 gerîla mabûn.

Gerîlayan bi berxwedana xwe nikaribûn qetlîamê bidin sekinandin lê cihên stratejîk girtibûn, pêşiya derbasbûna DAÎŞ’ê girtibûn û herî kêm sed hezar Êzidî xwe gihandibûn Çiyayê Şengalê û ji qetlîamê rizgar bûbûn.

Ji Şengalê telefonî Mexmûrê dihate kirin. Êzidiyên di bin qetlîamê de li xizmên xwe yên li Mexmûrê digeriyan, dixwestin xwe bigihînin gerîlayan, cihê xwe tarîf dikirin û dixwestin bila gerîla werin wan rizgar bikin. Digotin, “Ji hevalan re bibêjin, em li vir in. DAÎŞ nêz dibe. Bila werin.”

PÊŞMERGE JI MEXMÛRÊ VEKIŞIYA

Artêşa Iraqê û pêşmerge 5-6'ê Tebaxê jî li nêzî Mexmûrê operasyon li DAÎŞ'ê dikir. Mexmûrî dema ku êş û rageşiya komkujiya Êzîdiyên Şengalê dijiyan, bi derbên balafiran kamp di nav toz û dûxanê de dima. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî bi çekên giran hêzeke mezin şandibû lê 6'ê Tebaxê em hîn bûn ku 6'ê Tebaxê Gîver a pir nêzî kampê ye ketiye û pêşmerge vekişiyaye. Operasyona artêşa Iraqê û pêşmerge ya hevpar li şûna ku DAÎŞ'ê paş ve bikişîne zêdetir nêzîkî hev kir.

Meclîsa Sivil a Mexmûrê ku pratîka PDK'ê ya Şengalê rast xwendî ji bo ku rewşa Mexmûrê dubare nebe tevdîr standibû ku gel xilas tehliye bike.

Komeke pêşmerge ku êvarkî hatî ber kampê, pêşî nehişt ku gel derkeve. Piştre ew jî bi telefoneke ku ji rajorên wan hatî bi carekê re li ber çavên me çûn. Pêşmerge dema ku vekişyan Mexmûrî yên ku ji doçkayê pê ve ti çekeke wan a giran nebû,ji wan doçka xwestin lê diyar bû tekane doçkaya ku pêşmergeyan dayî wan xirab derketiye. Tîmeke ji sê kesan pêk hatî tekane doçka jî li wesayitekê siwar kirin û ji bo ku berevanî li gel bikin ku wê ji kampê derketana çûne Bakirtê ya li nêzî Gîverê.

Gel şeva 6'ê Tebaxê di du saetan de bi otobêsan ji Mexmûrê hate derxistin. Beşek ji ciwanên ku rahiştibûn çek li ser îhtîmala êrîşeke çekdarî bi gel re bûn.

DAÎŞ BER BI HEWLÊRÊ VE ÇÛ

7'ê Tebaxê dema ku DAÎŞ ber bi Mexmûrê ve bi rê ketî bi vekişîneke taktîk derfeta me çêbû ku em biçin Hewlêrê û çavdêriyê li rewşê bikin. Beşek ji Mexmûriyan çûbû Hewlêr, beşek jê çûbû Silêmanî û Qendîlê. DAÎŞ 6'ê Tebaxê êvarî bajaroka Tilkefê ya di anvbeyna Duhok û Şingalê de bi dest xistibû, dîsa hin gundên bi ser Duhokê ve bi dest xistibû. DAÎŞ'ê dixwest ku ji aliyê Mûsil û Kerkûkê ve ber bi Hewlêrê ve biçe.

Vê rewşê li Hewlêrê panîkeke mezin çêkiribû. Hewlêrî bi wesayitan ji bajêr derdiketin. HPG ji 6'ê Tebaxê û wir ve ji bo Şengal, Mexmûr, Kerkûk, Hewlêr û Silêmanî tabûrên gerîla dişandin. Belkî jî cara pêşî 7'ê Tebaxê li kuçeyên Hewlêrê gerîla bi şal û şapikên xwe bal dikişandin ser xwe. Hewlêrî yên ku ji bajêr derneketibû bi coşiyeke mezin gerîla pêşwazî kiribûn û ji bo ku gerîla li nav wan bûn hinekî bêhna wan hatibû ber wan. Ji bo berevaniya Hewlêrê xeteke hevpar hatibû danîn. 7'ê Tebaxê ji Çiyayê Qereçoxê tabûrên gerîla, pêşmerge û Mexmûriyan xeteke hevpar danîbûn. Piştî şerê du rojan a li çiyê kamp ji DAÎŞ'ê hate paqijkirin. Pêşketina DAÎŞ'ê ya li Hewlêrê wê şevê hate sekinandin.

XETA KU DIDE KUŞTIN Û DIDE JIYÎN

Piştî komkujiyê weke ku Êzîdiyan û hemû kesên ku bûne şahidên komkujiyê gotin, li Şengalê 17 hezar pêşmerge bêyî ku yek guleyê bavêjin, dema 425 hezar Êzîdî bi qirkirinê re rû bi rû hiştin, 9 gezar gerîla jiyana 100 hezar Êzîdî xilas kirin. Min jî, li gel çend hevalên xwe di pêvajoya êrîşên 2014'an ên DAÎŞ'ê de xeta PDK'ê û PKK'ê ferqa di navbeyna ku xetan avakirîde li Başûrê Kurdistanê û Mexmûrê me dît.

Ji bilî komkujiyê mîna rûdanên li Şengalê li Mexmûrê jî bû. Ji ber astengiyên PDK'ê di êrîşên DAÎŞ'ê de berevajî pêşmergeyan li gel ku çekên wan nebûn jî gelek kes hebûn ku dixwestin li kampê bimînin û li dijî DAÎŞ'ê li ber xwe bidin. Serê sê kesan çekek diket. Ciwanan nedixwestin ku ji kampê derkevin. Heke berxwedêrek şehîd biketa yên mayin hazir bûn ku bi çeka yê şehîd şer bikin. Di êrîşa DAÎŞ'ê de ya bi ser Mexmûrê de hevala me ya nûçegihan Deniz Firat şehî bû û gerîlayek û sê Mexmûrî birîndar bûn.

JI BO YEKÎTIYA NETEWÎ ZEMÎN ÇÊBÛ

Gerîla 6'ê Tebaxê hêzeke dî şande Şengalê. Gerîla bi şer ber bi Şengalê ve dihat, YPG û YPJ bi kordîdora ku vekirin Êzîdiyên tî û birçî birin Rojava. Gerîla ji roja pêşî ve qet ji Şengalê veneqetiya û gav bi gav bi pêş ve çû. PKK li gel hemû polîtîkayên PDK'ê yên astengî û gel bi komkujiyên hişt jî xwe ji PDK'ê veneda. Ji bo berevaniya hemû Başûrê Kurdistanê di serî de PDK û YNK hewl da ku bi hemû hêzên netewî yên demokratîk re yekîtiyê pêk bîne.

Ji Şengalê heta bi Mexmûrê, ji Kerkûkê heta bi Silêmanî hebûna gerîla moral û hêza şer da. Mijdara 2015'an bi operasyoneke HPG, YJA Star, YPG û YPJ'ê navenda bajêr hate rizgarkirin.

Em di salvegera 6'an a Qirkirina Şengalê, êrîşên ser Mexmûr û Başûrê Kurdistanê de ne. Ji wê demê û heta niha gelek geşedanên erênî û neyênî çêbûn.

Berevaniya gerîla ya li Başûr bi gel re moralekî mezin çêkiribû. Gelê Başûrê Kurdistanê serdana gelê Mexmûrê dikir û ji bo wan xwarin hazir dikir. Gelê Başûr ku ji salên 1980'yî ve têkiliyên xwe bi PKK'ê re pir xweş bûn, ddema êrîşên DAÎŞ'ê PKK û HPG baştir nas kiribû û xwedî li wan derketibû. Di vê rewşê de heke PDK û YNK bibûna xwedî helwesteke baş, belkî jî niha wê Kurdan ji mêj ve yekîtiya netewî ya demokratîk ava bikirana û niha bi rengekî cuda derbiketa ser qada dîrokê.

DUH DAÎŞ BÛ, ÎRO PDK Û TIRKIYE

Di dîroka xwe de cara pêşî hêza berevaniya Êzîdiyên Şengalê YBŞ Tebaxa 2014'an di nav şer de li Çiyayê Şengalê hate damezirandin. Dîsa li eynî cihî 2015'an bi navê YJŞ'ê hêza berevaniya jinê hate avakirin. Meclîsa Sivîl a Şengalê 2017'an Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihand.

PKK û HPG dema êrîşan û piştî êrîşên DAÎŞ'ê her çendî weke hêza berevaniyê û rêxistina gel a Êzîdiyan û Şengalê peywira xwe bi cih anîbe jî tim ji bo zûtir tevlî pêvajoyê nebû û Komkujiya Şengalê nerawestyandiye rexneya xwe daye. Me ev di gelek daxuyaniyên KCK'ê û PKK'ê de dît.

PDK jî ji 2015'an û vir ve tim PKK kire hedefa xwe. Li şûna ku xweserita Êzîdiyan ku ew bi hêviya qirkirinê ve hiştibûn, nas bike, hurmetê bide û destekê bide PKK sûcdar kir û û li dijî Şengalê hewl da gelek karê gemarî bike. Hêza bi navê 'Roj' ku PDK'ê Adara 2017'an şandî du gerîla û hevala me ya nûçegihan Nûjiyan Erhan şehîd kirin.

Ji Nîsana 2017'an û wir ve balafirên şer ên Tirk li Şengalê dan. Ji Kanûna 2017'an û vir ve artêşa Tirk li Kampa Mexmûrê jî dixe û gelek sivîl heta niha şehîd bûne.

PDK Tîrmeha 2019'an kuştina berpirsê MÎT'ê kire hincet û ev ji salekê zêdetir e ambargoyê li ser Mexmûrê datîne.

Şengal û Mexmûr 2014'an bi destê DAÎŞ'ê hewl hate dayin ku were valakirin û niha jî PDK û Tirkiye vê dikin.

DESTKEFTIYÊN KURDISTANÊ DÎSA DI XETEREYÊ DE YE

Di salvegera 6’emîn a Fermana 73’emîn de Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotin “Şengal bûye hêlîna komên derveyî qanûnê” û ji ber van gotinên wan mirov şaş nabe. Balefirên şer ên Tirk her carê li Şengal û Mexmûrê li qadên sivîlan dida lê rayedarên PDK’ê, PKK’ê sûcdar kir. Rayedarên PDK’ê îro ji ber êrîşên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê dîsa PKK’ê sûcdar dike. PDK tevî Tirkiyeyê bi awayê ‘Bila PKK ji Başûrê Kurdistanê derkeve’ kampanyayeke qirêj dimeşîne. Komîsyona ku hikumetê ava kiribû di meha Tîrmehê de diyar kiribû di êrîşên Tirkiye û Îranê de 440 gund hatine valakirin, gelek herêm ji aliyê dewleta Tirk hatiye dagirkirin û gelek sivîl hatine kuştin.

Îro ji çiyayên Başûrê Kurdistanê nûçeyên berxwedana destanwerî yên gerîlayên HPG’ê tê. Gerîla wekî her car destkeftiyên Başûrê Kurdistanê diparêze lê PDK bi vê polîtîkaya xwe ya heyî destkeftiyên Kurdistanê dixe xetereyê.