Eşîrên Reqayê daxuyanî dan: Em bi QSD'ê re ne

Eşîrên Reqayê têkildarî hewldana ji bo derxistina tevlîheviya li herêmê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku li dijî komployan ew bi QSD'ê re ne.

Eşîrên Reqa û Tebaqyê li mêvanxaneya Şêx Hiwedî Şîlaş El Hiwedî daxuyanî dan.

Şêx Eşîra El Weldeyê Hamîd Ferec daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye:

"Krîzên di cîhanê de, guhartinên navdewletî û nakokiya li ser serweriyê bi taybet li herêma Rojhilata Navîn, hişt ku Sûriyê di radeya yekemîn de bibe hedef. Ji ber ku tiştên di Sûriyê de li gel tu dewletên din tune ye. Sûriyê bû meydan û qada tesfiyekirina hesabên navdewletî. Bi wê re hêza wê li hember nakokiyên navdewletî felc bûn. Her wiha li hêrêmên cihêreng ji bo jinûve sazkirin, avakirin û dayîna bingehên xurt ji bo Sûriyeke bihêz şoreş hatin lidar xistin ku tê de hêmanên jiyanê tevahî pêk bên. Lê ew hêviya şoreşê bi sedema destwerdanên herêmî û bikaranîna komên çekdar ji rêya xwe ya derket û tenê di çarçoveya siyasetên herêmî û navdewletî de man.

Vê rewşa biêş hişt Sûriye bibe cihê derketina terorê, her wiha gelek dewletan piştevaniya vê terorê kir, geş kir û hişt mezin bibe. Ji wê demê ve Sûriye kete tuneleke tarî, rastî derbeyên biêş ji hundir û derve tê.

Ji nava van êş û azaran QSD’ê hat avakirin. Her wiha stratejiyek danî ku hedefa wê ya bingehîn rizgarkirina Sûriyê ji tevahî şêweyên terorê ye da ku bigihîne hedefên xwe. Ew jî neteweya demokratîk ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kiriye.

Tevahî pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev stratejî pêşwaz kir. Bi wê re tevahî hezwelat ji tevahî pêkhateyên herêmê tev li QSD’ê bûn û êdî para eşîrên ereb di sazûmaniya van hêzan de a herî mezin e.

Bi avakirina QSD’ê re tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi piştevaniya hêzên Koalîsyona Navdewletî ji qirêjiya terorê hatin rizgarkirin.

Lê belê ev serketin, li kêrî pir kesên ji hundir û derveyê Sûriyê nehatin, komplo dest pê kir da ku van serketinan têk bibin.

Ji ber ew hêzên komploger plan û bername ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk danîn.

Ji bo têkbirina vê projeyê şaneyên veşartî hatin avakirin, planên wan hatin danîn û hatin fînansekirin. Wan şaneyan kesayetên navdar ên civakê û di serî de hin şêxên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef girtin. Bûyerên hedefgirtinê ji qetilkirina şêx Beşîr El-Feysal El-Hiwêdî, Omer Elûş, Ebêd El-Xelef El-Hesan, Hevrîn Xelef û gelek kesên din dest pê kir û bi hedefgirtina şêx Îbrahîm Xelîl El-Hefel û Metşer Hemûd El-Hefel berdewam kir, da ku fitneyê bixin navbera civaka hevgirtî ya li ser esasê jiyana birûmet a li ser xaka Sûriya demokratîk azad û nenavendî. Lê belê wê negihînin armancên xwe yên tunekirina ruhê hezkirin û biratiyê di navbera pêkhateyên herêmê de. Wê kiryarên bi vê rengî îsrara me ya şopandina berxwedanê zêde bike.

Her wiha wê îradeya me li dijî plan û komployên hundirîn û derve zêdetir bike. Ji ber ku pêkhateyên civaka Sûriyê dikarin dûrî aliyên derve, dozên xwe çareser bike.

Wek şêx û êlên eşîrên herêma Reqayê em piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re dubare tînin ziman. Ji bo xurtkirina yekitiya me û parastina destketiyan em banga tevlêbûna nava refên QSD`ê li ciwanên eşîran dikin. Em tekez dikim ku rawestandina li dijî van êrişan berpirsyariya me hemûyan e. Divê hesab ji aliyên dixwazin aramiya herêmê têk bibin bê xwestin û planên wan bên eşkerekirin. Tenê şermezarkirin têrê nake, lewra divê em li dijî planên li dijî gelê me, sembolên me yên civakî û projeya me ya mezin yek dest bin.

Bi navê şêx û êlên herêma Reqayê em sersaxiyê ji Qebîleya El-Igêdat re dixwazin û tekez dikin ku em bi dil û can bi wan re ne."