Eşîretên Bakurê Sûriyeyê: Li dorî QSD’ê bibin yek

Eşîreta Berîc a bang li eşîra Igêdetê kir, li dijî êrîşên ku aramî û ewlekariya herêmê dike heddef, divê li dorî QSD’ê bibin yek,Eşîra Elî jî got: “Li dijî yên dixwazin vîna me tine bikin, em bibin gulmek ji pola.”

Eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ku divê li dorî QSD’ê bibin yek.

EŞÎRA BERÎC: DESTKEFTIYÊN ME DI HEDEFA DEWLETA TIRK, ÎRAN Û SÛRIYEYÊ DE NE

Şêxê Eşîra Berîc Şêx Elî Mehmûd bi beşdariya bi dehan ji şêx û rûspiyên herêma Kerame ya Reqayê daxuyanî xwend û ev got:

"Ji her şêniyek azad, bi rûmet û li ber berjewendiyên welatê xwe û rihên şêniyên herêmê dikeve re.

Em îro li vir bi rûmet sekinîne û bang li tevahî cîhanê dikin û piştrast dikin ku xaka me yek e. Em ê parastina nasnameya Sûriyê bikin û piştevaniya QSD’ê ku hê jî di oxira azadiya welat û şêniyan de qurbaniyan dide, bikin.

Hê welatê me azarên şer, wêrankirin, dîmena penaberî û koçberiyê dikişîne. Hê birînên xwe derman dikin. Destkeftiyên me li kêrî hêzên mêtînger ên derve û hevkarên wan di serî de dewleta Tirkiyê, Îran û rejîma Baasî nehatin. Her wiha hewl didin ji van rewşan derfet bigirin, hişbirê di nava ciwanan de belav bikin, bi mejiyên wan bilîzin, bi pereyan bixapînin û bixin nav şerê li Lîbyayê. Her wiha di vê dawiyê de bi hedefgirtina rûspiyên herêmên Ereb û afirandina nijadperestiyê di navbera eşîreyan de hewl didin fîtneyê biçînin, jiyana hevbeş têk bibin.

Hê jî eşîrên li herêmên me hêza ewlehî û aktîf li hember tevahî hewldanên derbekirina projeya neteweya demokratîk e ku rûmeta mirovahiyê û rastiya hebûna wê diparêzin.

Tişta îro li Dêrazorê pêk tê ku tê de ciwanên bûn qurban, lîstoka komplogeran e ku dixwazin fîtneyê têxin nava gel ku ciwanên xwe ji bo parastina xak û welat kirine qurban.

Divê li hember vê qonaxa hesas ji hemû qonaxê dîtir zanatir bin. Ji ber qonaxekî piştî 4 salan ji ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku şêniyên wê bi xwe xwe bi rê ve dibin, pir hesas e.

Em îro li vir bi rûmet disekinin û tevahî sûcên tevliheviyê ku li herêmên me bi rêya hin biyanî û xwefiroşan pêk tên, şermezar dikin. Her wiha bang li yekitiyê li hember dagirkerên ku dixwazin me vegerînin nuqteya sifrê, dikin.

Divê parastina welat, gel, destkeftî û ciwanên xwe bikin, her wiha hêza xwe bidin avakirina welat û li hember komplogeran û berjewendîparêzan bin.

Bijî Sûriya azad a demokratî ya pirrengî ya nenavendî. Hilweşe ajan, na ji fîtneyê re, bijî biratiya gelan.”

EŞÎRA ELÎ:LI DIJÎ YÊN DIXWAZIN VÎNA ME TINE BIKIN, WEK KULMEK JI POLA BERSIV BIDIN

Endamê eşîra Elî yê li xeta Şamiyê ya li herêma Retle, Ehmed Sayir daxuyanî xwend ev got:

"Em şêniyên eşîreya Elî ji qebîleya Welde El-Şeibaniyê El-Zibêdiyê li xeta Şamî ya bajarê Reqayê ne. Sersaxiya eşîra Igêdat derbarê windakirina şêx Metşer El-Hefel dikin. Her wiha sûcên tirsonak ên li dijî mezin, biçûk, leşker û sivîl di vê demên dawîn ên bi hedefa çandina fîtne û aloziyê şermezar dikin.

Li bajar û gundewarên Dêra Zorê yên li ser keviyê çemê Firatê, li gundên Şihêl, Zibyan, Zir, Eb- Herdob û hwd li rojhilatê Dêra Zorê fîtneyên rejîma Sûriyê û milîsên wê di nava qebîle û eşîreyên Erebî de hene, ew fîtne jî bi armanca hedefgirtina şêxên eşîre û leşkerên li herêmên ne.

Bang li şêniyan dikin ku nekevin xefka wan fîtneyan. Her wiha di çend rojên borî de gelek qurbanî ji şêniyên qebîleya Igêdat û ciwanên wê yên leşkerî çûn.

Îro tevahî eşîreyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên Eşîra Igêdat re ne, her wiha piştevaniya hêzên xwe yên leşkerî QSD’ê dikin ku ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin. QSD’ê mertala bihêz li hember tevahî komployên li dijî tevlîhevî û têkbirina projeya demokratîk e.

Îro dibêjin ku em şêniyên qebîleya Elî ne, heke mîna van fîtneyan hat dubarekirin. Wê bi destên ji pola li her kesê bixwaze vîna me têk bibe, tevlîhevî û aramiya herêmê binpê bike, bidin."