‘Bi sûîkastan dixwazin fitneyê di nava gel de çêbikin’

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku têkildarî qetilkirina Şêxê eşîra El Igêdatê daxuyaniyek da got: “Li pey van cînayetan dijminên projeya Rêveberiya Xweser hene, dixwazin vê cînayetê jî bavêjin ser stûyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya ku ser malpera xwe ya fermî li ser Facebookê belav kiriye de, diyar kir ku hedefkirina şêx û rûspiyên herêmê hedefkirina hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û hewldaneke tirsonek a têkbirina jiyana hevbeş û biratiya gelan e.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:

“Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo bidawîkirina şaneyên DAÎŞ`ê û alîgirên wan ên dijberî projeya me qonaxa duyemîn a pêngava tunekirina terorê li Dêra Zorê destpê kiriye ku di encamê de gelek endamên van şaneyan hatin girtin. Di demeke wiha de, terorîstên ku amûrên îstixbaratê û ewlekariyê wan bi tevger dikin, wesayîta şêxekî girîngtirîn eşîrên Erebî yên li Dêra zorê şêxê eşîra El-Igêdat Îbrahîm Xelîl Cedan El-Hefel dikin hedef û şêx El-Metşer Hemûd Cedan El-Hefel ku di heman wesayîtê de bû tevî şofêrê wan şehîd bû û şêx Îbrahîm El-Hefeê birîndar bû.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sersaxiyê ji şêniyên ji eşîra El-Igêdat û ji malbata El-Hefel re dixwaze û selametiyê ji şêx Îbrahîm El-Hefel re hêvî dike. Her wiha vê karê terorî yê tirsonek ê ji bo pêkanîna daxwaz û amûrên xerab şermezar dike. Bi vê yekê hin aliyên dijberî projeya Rêveberiya Xweser dixwazin rêveberiyê û hêzên QSD`ê bi vê karê terorî tewanbar bikin.

Di heman demê de, em piştrast dikin ku ev yek hedefgirtina hemû pêkhateyênn Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û hewldaneke têkçûyî û tirsonek a têkbirina jiyana hevbeş û biratiya gelan a di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, di heman demê de ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Ev kiryarê tirsonek ne nû ye, beriya vê yekê jî li Reqayê yek ji sembolên eşîra El-Efadile şêx Beşîr Feysal El-Hiwêdî û şêxê eşîra El-Bûesaf şêx Ubêd El-Xelef El-Hesan hatinbûn hedefkirin. Niha jî li Dêra Zorê semoblên eşîran û kesayetên welatparêz tên hedefkirin. Têgihêştin û jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê wê van planên xerab têk bibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariyê dê van şaneyên terorê li herêmên xwe tune bike. Her wiha soz dide şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di xebatên xwe de yên li ser esasê yakîtiye pêkhateyan berdewam e ku bingeha sereke ya veguhestina Sûriyê ber bi dewleteke demorkatîk, nenavendî ye ku mafên hemû pêkhateyan diparêze. Rêveberiya Xweser wê nehêle ev kiryarê tirsonek bêyî naskirina sûcdaran û cezakirina wan derbas nabe ."