Hejmara nexweşên vîrûsa koronayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zêde bû

Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hejmara mirovên li herêmê bi vîrûsa koronayê ketine bûye 138 kes. Hate ragihandin ku yek ji nexweşan jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mistefa têkildarî belavbûna vîrûsa koronayê ya li herêmê daxuyanî da.

Mistefa ragihand ku 19 nexweşên din ên bi vîrûsê hatine tespîtkirin û yekî jiyana xwe ji dest daye. Hate ragihandin ku 14 ji wan li herêma Cizîrê û 5 jî li herêma Şehbayê hatine tespîtkirin.

Li gorî daxuyaniyê heta niha 138 kes bi vîrûsê ketine, 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes rewşa wan a tenduristiyê baş bûne.