'Li cîhanê mafên karkeran tên binpêkirin, Tirkiye jî yek ji 10 welatên destpêkê ye'
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora Endeksa Mafan a Salane ya 2025’an weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê mafên karkeran tê binpêkirin.
Konfederasyona Sendîkayan a Navneteweyî (ITUC) rapora Endeksa Mafan a Salane ya 2025’an weşand û ragihand ku li seranserî cîhanê mafên karkeran tê binpêkirin.
Li gorî raporê li seranserî cîhanê welatan ji sedî 87’ê mafê grevê, ji sedî 80’ê jî mafê bazara komî binpê kiriye.
Di raporê de wiha hate gotin: “Endeksa îsal nîşan dide ku ji bo karker û sendîkayan krîzeke kûreyî ya cidî û her ku diçe xirab dibe heye. Di sala 2025’an de ji 5 herêmên kûreyî di sêyan de puanên welatan xirab in; parzemîna Ewropa û Emerîka, ji sala 2014’an ve ku Endeks lê destpê kiriye û vir ve puanê xwe yê herî xirab stand.”
Di raporê de hate diyarkirin ku Elmanya, Swêd û Norweç jî di nav de tenê 7 welat tam rêz nîşanî mafên karkeran didin û hate diyarkirin ku ev hejmar beriya 10 salan 18 bû.
Di raporê de hate destnîşankirin ku edalet, azadiya îfade û kombûnê û mafê bazara komî jî di nav de binpêkirina mafên esas pir zêde bûye.
Li Îtalya û Arjantînê rewş xirab e. Li aliyê din hate ragihandin ku li Awûstralya û Meksîkayê bi saya reformên hatine kirin, hinekî rewş baş bûye.
Ji Sekreteriya Giştî ya ITUC’ê Luc Triangle hişyarî da ku eger ev yek wiha bidome, di nava 10 salan de wê ti welat tam puan nestînin.
TIRKIYE YEK JI 10 WELATÊN HERÎ XIRAB E
Di Endeksa Mafên Kûreyî ya ITUC de ev tişt hate bilêvkirin: “Di sala 2025’an de 10 welatên ji bo karkeran herî xirab, bi vî rengî ne: Bangladeş, Belarus, Ekvador, Misir, Eswatini, Myanmar, Nijerya, Filipinan, Tunus û Tirkiye.”
Di raporê de têkildarî Tirkiyeyê ev tişt hate îfadekirin: “Karsaz karkerên ku hewl didin sendîka, ji kar derdixin û bi rengekî sîstematîk kiryarên ku sendîkayan dişkînin pêk tînin. Di Adara 2024’an de piştî hilbijartinên şaredariyê yên hatine kirin, 6.750 karkerên endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Maf a Tirkiyeyê (HAK-ÎŞ) ji kar hatin derxistin û zêdeyî 30.000 endam neçar man ji sendîkayê îstîfa bikin. Mafên bazara komî bi rengekî cidî tên astengkirin.”
Di raporê de nerazîbûn nîşanî girtinên kêfî yên li hemberî sendîkavanan jî hate dayîn û hate destnîşankirin ku di dema xwepêşandanên 1’ê Gulanê de bi sedan kes hatin binçavkirin.