Cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo li Minbicê spartin axê

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd Îbrahîm Reşo yê şervanê Hêzên Artêşa Şoreşger (Hêzên Ceyş El-Siwar) li Goristana şehîdan a başûrê Minbicê spartin axê.

Karwanê cenazeyê şehîd ji pêş nexweşxaneya Firatê ya Minbicê destpê kir. Gelek şêniyên bajêr û hevrêyên şehîd beşdarî merasimê bûn. Şêniyan alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêzên Artêşa Şoreşger û wêneyên şehîd hildan.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di merasîmê de deqeyek rêz girin. Piştre fermandarê Hêzên Artêşa Şoreşger Ehmed Mutleq wiha axivî: "Da ku welat û gel bi rûmet bijî, kesên giranbiha dibin qurban û soza şopandina rêça şehîd da.”

Her wiha endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Werde Ehmed axivî û sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Şehîdan bi kedek mezin rêgezên jiyana azad û bi rûmet nivîsandin.”

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê serokê Karûbarên Olan ê Minbicê Elî Cimêlî wiha got: "Şehîd pêşengên rast in. Gotin li hember keda şehîdan nayên kirin. Ji ber wan ji bo ku azad û bi rûmet bijîn canê xwe dan."

Piştî axaftin bi dawî bûn, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatme Şêxo nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Piştre cenaze di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.